Heval Dilbihar
Avabûna komara dewleta tirk li ser bingeha nîjadperestiyê/tirkperestiyê ku tunehesibandin, pişaftin û jiholêrakirina hemû netewe, gel, kom û derdorên din ferz dike pêk hatiye. Ji bilî tirkbûyînê tu kom, gel, netewe, bawerî û çandên din nas nake. Ji ber vê jî ji destpêkê heta niha hewl dide ku kom, gel, netewe, bawerî û çandên ne ji xwe bibişivîne û ji holê rake. Ev rastiya dewleta tirk îro jî bi teşe, şêwaz, rê û rêbazên nûjenkirî û rojanekirî berdewam dike.
Bi vê rastiyê ve têkildar dewleta tirk sed sal in li dijî neteweya kurd û hemû nirxên wê -qirkirin û komkujiya fizîkî jî tê de- her cureyê hovîtiyê dimeşîne. Bi taybetî jî qirkirin û komkujiya çandî di asta herî jor de pêk tîne. Hewl dide ku hebûna kurdan a xwebûnî û hemû nirxên wan ên dîrokî, neteweyî, civakî, çandî û hwd. di nava pencên qirkirina çandî de bihelîne û ji holê rake. Bêguman ev yek ji komkujiya fizîkî xetertir e.
Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Xwebûnî û Gerdûnî bi dehan sal e bi armanca pêşîlêgirtina her cureyê hovîtiyên kurdkujer û ji bo pêkanîna rizgarî û azadiya gelê kurd û hemû gelên din, li dijî her cureyê tevkujiyê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Di encama vê têkoşînê de daxwaza dewleta tirk a tunehesibandin, pişaftin, helandin û jiholêrakirina neteweya kurd di qiriqa wê de maye û gelê kurd hebûn û xwebûna xwe bi hemû cîhanê daye hesandin û xistiye rojeva hemû cîhanê. Lê ji ber ku dewleta tirk bi rengekî erênî ji binî ve xwe neguhert, civaka xwe li ser bingeha civakbûyîneke demokratîk ji nû ve ava nekir û berevajiyê wê, rewşe hovîtiya xwe li gor rewş û şert û mercan nûjen û rojane kir hê jî heta dawiyê û ji her milî ve hewl dide ku neteweya kurd bibişivîne, bihelîne û ji holê rake.
Ji destpêkê heta niha riya sereke ya pêkanîna vê yekê di bêbandorkirina RêberEvdilah Ocalan û Tevgera Azadiyê de dibîne. Lewra ew jî baş dizane ku Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê nirxên bingehîn ên felsefîk ramanî, bîrdozî, polîtîk, manewî, moral, motîvasyon, konsantrasyona gelê kurd û têkoşîna wî ya rizgarî û azadiyê ne. Baş dizane ku heta Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê bêbandor neke dê nikaribe zimankujî, çandkujî, nasnamekujî, bîrkujî, jînkujî, axkujî, avkujî, civakkkujî, warkujî, welatkujî, xwezakujî û kuştin û qirqirinên din ên li ser nirxên neteweya kurd û Kurdistanê pêk bîne. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Ocalan û êrişên li ser Tevgera Azadiyê di heman demê de rasterast tecrîda li ser ziman, çand, wêje, huner, nasname, civak, welat û hemû nirxên bingehîn ên neteweya kurd e; ku armamca bingehîn a tecrîda ku em jê behs dikin dorpêçkirin, dortengkirin, pişaftin û di nava demê de helandin û jiholêrakirina hemû nirxên neteweya kurd û hêz û têkoşîna wan e.
Gelek diyar e ku di vê serdema ku şerê sêyemîn ê cîhanê herî zêde xwe li Rojhilata Navîn dide der û hêzên emperyalîst û kapîtalîst, herwiha hêzên dagirker dixwazin ku gelek cih û welatan li gor daxwazên xwe ji nû ve saz bikin de hemû êrişên li ser neteweya kurd, nirx û hêzên wê yên bingehîn ên li ser hemû qadên gelê kurd ji têkildarî hev in û ji navendekê tên bi rêvebirin. Ev dagirtin û êrişên dawiyê yên leşkerî yên li başûrê Kurdistanê, dîsa tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û dîlgirtiyên azadiyê, êrişên li ser jin, ciwan, xweza, ziman, çand û nirxên din ên neteweya kurd ên li bakurê Kurdistanê û êrişên li milên din ên Kurdistanê jî parçeyek ji konsepta êrişên tevahî ne.
Bêguman gelê kurd ê li her çar milên Kurdistanê, Ewropayê û li her derê cîhanê, hemû hêzên rizgarîxwaz û azadîparêz ên gelê kurd û hemû derdorên şoreşger, demokrat û xwedî bext jî li dijî van êrişan têkoşîna xwe dimeşînin. Helbet dema ku em ast û radeya êrişên desthilatdariya hovane û rastiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bînin ber çavên xwe em ê bibînin ku asta têkoşînê têrê nake; divê têkoşîna polîtîk, entelektuelî û civakî ya li dijî wan êrişan di asta seferberiyê de li her qadê û ji her milî ve gelek û gelek berfirehtir, zêdetir û wêdetir be; têkoşerî, şoreşgerî, afirînerî, encamgirî û serketin di asta gelek pêşdetir be.
Bi taybetî divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû derdorên entelektuel û azadîxwaz li dijî her cureyê êrişên dagirker û mêtînger ji her demê zêdetir hem bi gotinên xwe hem jî bi sekn, helwest û kiryarên xwe bi rengekî şênber wek zana û pêşengên gel li her qadê têkoşîna xwe bilindtir û firehtir bikin, bi hiş û giyanê yekrêziya neteweya kurd a xwebûnî, azad û demokratîk hewl bidin ku hemû hêz û derdorên kurd bînin gel hev, li dijî hemû hêz û derdorên ku li gor yekrêziya neteweyî tevnagerin, berevajî bi neyarên kurdan re di nava hevkariyeke qirêj de ne û li gel wan li dijî hêzên rizgarîxwaz ên neteweya xwe bi rengekî bêbext û bêrûmet tevdigerin bi awayekî rasterast di asta herî bilind de xwedî helwesteke zelal a şoreşger de bin, peywir û berpirsyariya xwe ya rewşenbîrî û entelektuelî bînin cih.
Divê em yek kêliyê ji bîr nekin ku heyama em tê de ne ji her demê zêdetir dîrokî ye; çi bibe bila bibe divê em hemû kurd jî li gor wê bi bîr, hiş û giyanê seferberiyeke dîrokî tevbigerin û serketin û serfiraziya ku me di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê bi dest nexistî di şerê sêyemîn ê cîhanê de bi dest bixin; li ser bingeha felsefe, xet, bîrdozî û ramanpergala xwebûnî û gerdûnî xwe ji her milî ve ava û saz bikin, bibin xwedî statuyeke neteweyî û navneteweyî.