Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aloziya Têkeliyên DYA-Tirkiye -3-

13/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Aloziya Têkeliyên DYA-Tirkiye -3-
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Enqerê li wê herêmê dijî ku rêya xwe lê şaş kiriye. Ev herêm jî Rojhilata navîn e. Weke dewletên din ên herêmê Tirkiye jî, xwest mezin bilîze. Lê li hemberî operasyona DYAyê ya Îran û Sûrî siyasetek bi pêş ve xist ku, vê gotina şaşkirina rêya xwe, bi mirov dide bilêvkirin. Ji ber ku kesek ne li benda xirabûneke bi vî rengî bû. Lewra herkesî kêm-zêde, polîtîkaya derve ya Enqerê û hessasiyetên Washingtonê dizanî.

Ji pisporên Tirkiyeyê dişopînin derbarê krîza bi DYAyê re de nirxandinên balkêş tên. Balkêşiya wê jî ji ber cihêrengbûna van nirxandinan in. Lewra li gorî hinan êdî hertişt miriye çûye têkelî nemaye û hin ji wan jî dibêjin sib dusib çareserî tê, buhayê dolar li hemberî TL dikeve û hwd.

Lê ji van giş nirxandinan zêdetir tespîteke girîng a Profesor Philip Robins (li Unîversîteya Oksfordê dersa têkeliyên navneteweyî dide , du pirtûkên wî yên li ser siyaseta Tirkiyeyê hene ku li ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê yek ji navên herî naskirî ye.) heye ku hêjayî bale ye. Prof. Robins dibêje; siyaseta derve ya Tirkiyeyê -ne weke welatên din- di siyaseta hundur de tesîr dike, lê guherînên mezin çêdike û di her nakokiyên xwe yên bi cîhana rojava re de, li Tirkiyeyê, polîtîkaya rêveberina welêt diguhere.

Me ev guherîn bi taybetî di dema desthilatdariya AKPê de gelek caran dît û dibînin. Wê were bîran, çiqasî xwediya pirsgirêkan jî bû, lû dîsa jî wê siyaseta klasîk a derve ya Tirkiyeyê ji her kesî re eşkere bû. Têkeliyeke stratejîk a bi DYAyê re û meşeke bêlez û fedyok a di riya Ewropayê de hîmên bingehîn bûn. Tişta bi tenê ya wê siyaseta klasîk li dij bû jî, gotina kurd bû.

Lê guherînek çêbû. Pêşiyê navê Ahmet Davutoglu bi vê guherênê ve girêdayî weke berpirsiyar hate hilanîn. Pişt re jî bû ya Erdogan. Şertên Yekitiya Ewropayê hebûn. Vana di vê guherînê de sereke bûn. Lewra ji bo bicîhanîna şertên YE`yê, hukumeta Tirkiyeyê -bi pirayî li ser kaxizê be jî- çend gav avêtibû. Bi taybetî jî gavên di ware bikaranîna zimanê Kurdî de, gavên di warê çareseriya pirsgirêka Kibrisê de… Vana derbên giran ên li wê siyaseta klasîk hatibûn xistin bûn.

Lê Tirkiyeyê ji pêvajoya bi tansiyon ya di navbera cîhana îslam û ya rojava de, ku piştî êrîşa 11 îlonê deketibû holê par wergirtibû. Û bi ser vê de jî ew siyaseta cîhana Rojava ya fetisandina şoreşên li cîhana Ereb peyda bûbû. Vê yekê jî xwe derxistibû pêşiya siyaseta derve ya Tirkiyeyê. Ji xwe şikestina destpêkê ya di têkeliyên bi cîhana rojava de jî vê demê xwe dabû der. Tirkiyeya xwediya rêveberiyeke renge-îslamîst, bi rêveberiyên birayên muslaman ên Misir û Tûnisê gelekî kêfxweş bûbû. Lê Ewrûpa û Amerîkayê ji van nexweş bûn û li ser dawiyê jî ev rêveberiyên şoreşên gel dizîbûn, xilas kirin.

Di vê demê de bala Tirkiyeyê -tevî destên wê- li ser Sûriyeyê bû. Lewra ji wê siyaseta wê ya derve ya klsîk, astengkirina kurdan her mabû, ku hêjî hîmana wê ye û her wiha li ser serê wê jî bela ye. Vê yekê hişt ku polîtîkaya rêveberiya wê biguhere. Çawa krîza dawîn a bi DYAyê re jî îro rêveberiya Enqerê diguherîne. Emê binêrin ka di rêveberiya nû de jî gelo wê astengkirina kurdan hebe an biguhere.

Burhan ERDEM

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.