Rojnameya Ronahî

Li gundê Hemamê çeteyan 6 kes revandin

Li Efrînê çeteyên dagirker li gundê Hemamê ya Cindirêsê êrîşî gel kirin. Hate gotin çeteyan ji malekê 6 kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê de li Efrînê êrîşên ser gel didomînin.
Li gorî agahiyên xwecih li gundê Hemamê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyên Hemzet ketine malekê û ji yek malê 6 kes revandine.
Kesên ku gundî revandine navê duyan ji wan diyar bû. Tê gotin navê wan Evdo Raşîd Silêman û Ehmed Huseyin in.
Çeteyan bi ser gundê Burç Heyder ya Şerewa ya Efrînê de girtin û gelek kes revandin.