Her kes pisporê karê xwe ye. pîşeyek heye dibêje “karê ne karê te, mal wêranê te ye” ev pîşe bi zimanê erebî hîn zelaltir tê fêmkirin. Di qadên jiyanê de her mirovek erk û peywirek wî li gorî zanebûn û karê ku dizane bike heye. Ango, her kesek ancax di karekî ku dizane de û jê hez dike bibe xwedî tecrube û pêşketinan biafrirîne. Bi vê yekê, mirov dikare di nava civaka xwe de bibe xwedî rol û misiyona guhertin û pêşxistina projeyan. Bi wê rolê jî dikare di avakirina sazî, dibistan û her cure navendên xizmeta vî gelî de bibe faktorekî bingehîn di guhertin û veguhertinê de.
Mînak, bazirgan ji bo karibin qezencê bikin, di hemû aliyên jiyanê de pereyên xwe istîsmar dikin û di cihê rast de; lê bingeha sereke ya pêşketinê ew e çawaniya istismarkirina mjiyê mirovan di xizmeta gel de. Ango, dema mirovekî di aliyê guncaw de neyên bikaranîn wê pêşketin lawaz û sist be. ev jî pirsgirêkek bingehîn yê civaka me ya paşkatî û şûn mayî ye. lê; em nikarin tenê sucê bikin ya civakê, ji ber heya radeyeke mezin ev karê rêveberiya vî wealetî ye jî, ya rast, di serî de ev guncawbûn di lîsteya rêveberiyê de ger bê sererastkirin wê gelek pirsgirêk çareser bibin.
Nivîskarê navdar Resûl Hemzetof wiha dibêje “ darê xwar siha rast nade, eger da jî berdewm nake” ango, istismarê mirovan ger ne guncaw be, dibe ku encamê demkî bidel; lê ew encam wê negihêjin armanca tê xwestin.
Pirsgirêk tuneye ku mirov çend karan bi hev û din re bike. Lê; pênc zebeş bi destekî nikare bê rahiştin. Îro gelek keseyet hene dixwazin bibin helbestvan, nivîskar, ajokar, bijîşk, endeziyar û xwedî giravî bibin mela jî. Ji ber wê, kesên bi vî rengî di gelek saziyên me de cih digirin û rê nadin kesekî din. Mixabin, ne bi xwe û ne jî di karê xwe de serkeftî dernakevê û di her karê ku keysbaz kiriye de nîvçû nîvçû dimîne û dibe sedema hilweşandin û paşxistina sazî û civakê.
Guncawbûn, ne tenê di aliyê kesyat mirov dikare binirxîne. Di gotin û hevokên helbestvan û nivîskarê me de jî guncawbûn nîne. Car carê, berhemên herêmê derdikevin, lê mixabin, ne li gorî demê ne.
Lewra, mirovên guncaw stûnên serke yên avahîsaziyê ne. Eger ew stûn li gorî avahî her wiha şert û mercên avakirinê ne guncaw bin, tekez wê ew avahî hilweşe. Di serî de rêvebir û pêde biçe ber bi jêr ve, ji bo karekî guncaw kesê guncaw neyê hilbijartin wê di pêşerojê de gelek xeletî û kêmasî derkevin holê, dibe ku heya astekê perwerde rolê xwe bilîze; lê pisporiya tê xwestin wê negihêje encamek guncaw, encama ne guncaw û armanca ne guncaw jî bi re bîne.
Sîpan CAN