Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nikarin HDP’ê ji rê derxînin

09/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd çarenûsa xwe dinivîsin
Share on FacebookShare on Twitter

HDP’ê hilbijartinek gelek dijwar li du xwe hişt. Hin derdor hene ku vê serkeftinê reş dikin û her wekî HDP li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî hemû astengiyan bi ser neketiye û plana desthilatdariya AKP-MHP’ê têk nebiriye.
Êdî lazim e dawî li şîroveyên ku bingeha xwe ji navenda şerê taybet bê. Hewce ye ku hêzên demokrasiyê ji bin bandora şerê psîkolojîk derkevin.
Rejîma zordest bi hemû hêza xwe hewl dide ku partiyên muxalefetê tevlihev bike û wan ji nav de têk bibe. MHP bi tevahî girt bin kontrola xwe û niha hêza ku aqilê stratejîk ê AKP’ê dide meşandin zihniyeta Bahçelî bi xwe ye.
CHP ji hundir ve diqilqile û rojnameyên nêzî desthilatdariyê her roj bi hemû hêza xwe êrîşî Kiliçdaroglu dikin û hewl didin îspat bikin ku eniya Muharrem Înce çiqas xurt û mafdar e.
Rewşa Îyi Partî jixwe li holê ye. Wekî bizaveke siyasî bê serok û semyan maye û çi dikin nikarin xwe bi ser hev ve bînin. Ji ber vê yekê ne dûr e ku ew bibin parçeyekê desthilatdariya zordest.
Niha tenê HDP maye ku ligel hemû êrîşan jî mîna kelehekê li ser piyan e û hewl dide bibe hêza muxalefeta sereke. Di hilbijartinê de jî serkeftineke mucîzewî bi dest xist.
Lê navenda şerê psîkolojîk bi her awayî dixwaze serkeftina HDP’ê li ber çavan reş bike û yekitiya wê jî xirab bike.
Bêguman di hilbijartinê de di gelek mijaran de kêmasî û qelsî çêbûn. Lê dema mirov li polîtikayên 3 salên dawî yên li hemberî HDP’ê mirov li ber çavan digire nabe ku mirov wan serkeftina heyî di bin siya wan kêmasiyan de bihêle.
AKP’ê demek dirêj bû propagandaya ‘Gel ji HDP’ê dûr dikeve’ belav dikir. Di dema hilbijartinan de lîstika li Kurdistanê li gorî wê gotinê lîstin. Ji bo ku vê gotina xwe piştrast bike lîstîkek kûr li ser rêjiya dengan lîstin. Serî li hemû rêyan dan ku dengên HDP’ê li Kurdistanê kêm bikin û ev yek heta dereceyekê jî kirin.
Niha divê bê zanîn ku tu kesekî beriya niha deng daye HDP’ê tercîha xwe neguheriye û deng nedaye AKP’ê. Hele hele divê bê zanîn ku tu kurd deng nadin MHP’ê. Lewre jî dengên zêde yên MHP’ê yên li Kurdistanê hêjayî lêkolînê ne. Bêguman hinek ji wan ên wan kesên ji bo şer hatine Kurdistanê ne. Lê yên din ji bo ku gotina; ‘MHP jî deng ji kurdan werdigire’ bînin ziman bi lîstikê hatine eyarkirin.
Du gotinên xeternak hene ku navenda wan Biryargeha Şerê Taybet e. Ya yekemîn; ‘HDP li Kurdistanê deng winda kir’ û ya duyemîn jî ‘HDP çiqas gotinên xwe yên kurdparêz kêm bike ew qas deng ji Tirkiyeyê werdigire’ ye.
Armanca gotina yekemîn ew e ku HDP di nav kurdan de bêhêz nîşan bidin. Armanca gotina duyemîn jî ew e ku HDP’ê ber bi zihniyeta Kemalîst a înkarê ve dehf bidin.
Lê HDP tifaqa gelê kurd û gelê tirk e. Ew partî hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê jî hizr û baweriyên di nava HDP’ê de rengîn û cuda ne. Lê ji ber nirxên pîroz HDP’ê li ser piyan digirin, dê nikaribin HDP’ê ji rêgeha wê ya rastîn derxînin.
Lazim e her dildarê HDP’ê li hemberî gotegot û lîstîkên şerê psîkolojîk hişyar û baldar be.

Tayîp TEMEL

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.