Rojnameya Ronahî

Heke muxalefet ev be …

F.Gulenê şirîkê Erdogan du sal berê “lutfa xweda” hewla derbeyê pêşkeşî Erdogan kir. Yên ku hewldan darbe bikin kadroyên F.Gulen ên ku di serdema AKP’ê de bi payeyên bilind hatibûn erkdarkirin.
Bi erkdarkirina wan qadroyan AKP’ê bi xwe pêşî li derbeyê vekiribû. Berpirsiyarê derbeyê yekemîn AKP bû, yê ku hewce bû di rêza yekemîn de hesab bide AKP bixwe bû. AKP’ya ku hewce bû hesab bida jiber lewaziya muxalefetê tenê bi gotina “em hatin xapandin” karî xwe ji hesabdayinê xelas bike. Li cihê ku hewce bû muxalefet ji AKP’ê hesab bipirse jibo tasfiyekirina siyaseta Kurd piştgiriya AKP’ê kir û destnedana wekîlan rakirin.
Erdogan bi hinceta “lutfa xweda” rewşa awarte îlan kir. Di pêvajoya rewşa awarteya ku demokrasî, hiqûq, nirx û pîvan hemû hatine bin pê kirinde ji bo pêk anîna desthilatdariya xwe ya yek kesî biryara referandûmê da. Di 16’ê avrêla 2016’de referandûm pêk anî û bi biryara YSK’ê xwe serkeftî îlan kir. Muxalefetê qet negot di van şert û mercên awarte yên bêhiqûq de referandûm nepêkane û ji bo ku em nabin amûrê vê bihiqûqiyê emê referandûmê bayqot bikin, piştî referandûma derhiqûqî negot emê meclîsê biterikînin. Bi helwesta xwe hevkariyê referandûma bê hiqûq meşrû kir û bi serde nerazûbûn û berxwedana gel jî asteng kir.
Erdogan-Bahçelî ji bo di şert û mercên awarte de hemû hêz û derfetên dewletê bikar bînin û îradeya gel xesp bikin biryara hilbijartinên nijde yê 24’ê pûşperê dan. Muxalefetê dîsa negot, di rewşa awarte de, di tunebûna hiqûqê de, di bin zext û zordariyan de, di nava dek û dolaban de, bi hebûna benda sedî 10 hilbijartineke adilane nepêkane û em qebûl nakin. Tevilê leyiztoka hibijartinên ku hemû qayedeyên wê ji hêla Erdogan ve hatin diyarkirin bû û careke din bi hilbijartineke derhiqûqî û bêedalet serkeftin pêşkêşî AKP’ê kir. Bi ser de weke ku di hilbijartineke gelek bi edalet de bi serketiye Erdogan pîroz kirin.
45 roj biser hilbijartinên 24’ê pûşperê re derbas bûn. Em li bendê bûn hemû partiyên muxalîf bi nirxandinên kûr û hûr hilbijatinan binirxînin, kemasiyên xwe bibînin û reqnedayinên xwe bidin gel.
Em li bendê bûn muxalefet bi lêkolînên gelek girîng, bêhiqûqî, bêedaletî û nerêtiyên AKP’ê yên hilbijartinan yek bi yek tespît bikin û bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin.
Em li bendê bûn muxalefet ji kêmasiyên xwe yên kronîk yên bê derman waneyan derbixe û piştî nîqaşên giranbuha nekşerêya berxwedan û serkeftinê pêşkêşî gel bike.
Mixabin, 45 roje partiyên muxalîf li gorî xwesteka dilê AKP û çapemeniya hewzê tevdigerin. 45 roje bi pirsgirêk û pêşbirka bidestxistina desthilatdariya navxweyîve mijûlin. Di rojeva muxalefetê de nirxandina hilbijartinan tune ye, teşhîrkirina bêedaletî, bêhiqûqî û nerêttiyên AKP’ê tune ne, nemeşrûbûna serkeftina AKP’ê tune ye, bê wate bûna meclîsê tune ye, serûbinbûna pergalê tune ye, binpêkirina hiqûq û wêranbûna pergalê dadmendiyê tune ye, mayınde bûna OHAL’ê tune ye, avabûna pergalê dîktatoriyê û berdêlên wî yên li ser civakê tune ye, nîqaşên diyarkirina rê û rêbazin berxwedana li dijber pergalê dîktatoriyê tune ne.
Jiber wêye ku qeyrana aboriyê roj bi roj weke kabûs li ser civakê rûdinê, îflasa siyaseta AKP’ê ya navnetewiya şantajê ya li ser rehîneyan ku dolar biriye ser 5.30 lîre yê, bûha bûna pêdiviyên jiyanî yên weke, nan, av, ceyran, xaza zwezayî û hemû xwirêkan qet nayên rojeve. Li gel van geşedanên ku rojbiroj civakê weke aş dihêrin û bêzar dikin AKP dikare weke ku qet tiştek nebûbe Tirkiyê birêve bibe.
Bi saya vê muxalefetê Erdoganî tenê bi pêşkeşirina projeya xwe ya “Kahvexaneyên Mîlî, Kek û Çaya belaş” karî di hilbijartinan de serkeftinê bidest bixe.
Heke muxalefet ev be wê dîktatoriya Erdogan jî gelek hêsan û rewa be.

Mihemed ŞAHÎN