Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belavbûna şitilgehan giyanê bajar geş dike

27/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Belavbûna şitilgehan giyanê bajar geş dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Welatiyê bi navê Ednan Mustefa ku xwediyê şitilgehekê li Qamişlo ye diyar kir ku armanca şitilgehan ne tenê frotina daran e, lê belavkirina çanda çandiniyê di nava civakê de ye.

Di salên dawî de li bajarê Qamişlo gelek şitilgeh avabûne, armanca avabûna şitilgehan jî belavbûna keskayê û çandina gul û daran e. Çandina dar û gulan herwiha cûreyên cuda ên dîtir dihêle ku avhewaya bajar paqij bibe, bi armanca kêmkirina qirêjiyê şitilgeh zêde dibin.

Gelek şitilgehên giştî ji hêla şaredariyê ve hatine vekirin, di van şitilgehan de şitlên gulan û daran bi nirxên kêm tên firotin, di heman demê de jî şitilgehên taybetî ji aliyê welatiyan ve tên vekirin. Welatiyê bi navê Ednan Mustefa ku ji Şehbayê ye û niha li bajarê Qamişlo dijî û xwediyê şitilgehekê  ye ji rojnameya me re diyar kir ku karîbû di derbarê salên dirêj elaqeya xwe ya bi çandiniyê veguhrîne projeyeke domdar ku xizmeta civak û jîngehê bike.

Ednan Mustefa destnîşan kir ku dar ne tenê şînatîn e, lê ew beşeke ji jiyanê ne û belavkirina wê nameyeke domdar e.

Ji ber hezkirina çandiniyê şitilgeh vekir

Ednan Mustefa ji sala 2011`an ve dest bi xebata şitilgehan kir, ji ber hezkirina wî ya ji xwezayê û belavkirina qadên keskayî, ne tenê bazirganî bû lê berovajî têkiliyeke kur di navbera wî û nebatan de ye, kêfxweiyeke taybet di lênerînan daran de dît. Bi derbasbûna demê re Ednan Mustefa dît ku îmkaneyên mezin ji vê qadê re heye, ne tenê ji hêla Aborî, lê di aliyê bandora erênî li ser civak û jîngehê.  

Edanan Mustefa tekez kir ku eleqeya wî bi daran re weke jêhatiyekê destpê kir piştre bû weke xebateke domdar û wiha got; “Min di çandina daran de kêfxweşiyeke taybet dît, her darek li pêşiya çavên min şîn bû hestên weke destkeftî bi min re çêdibû, riya min qet ne hêsan bû. Bi vê tecrûbeyê min gelek şitilgeh vekirin, tê de tevahî cûreyên dar û şînatiyan hene, her dareke şîn dibû min hîs dikir ku min muhreke kesk li ser vê xakê dixist.”

Ednan Mustefa wiha got: “Min li Qamişlo li taxa Cumayê û li ser rêya amûdê û li Hesekê gelek şitilgeh vekirin, navenda sereke ya şitilgehan li Dirbêsiyê ye, tê de dar tên çandin berî ku em li beşên din belav bikin, di seranserî salê de karê me domdar e, pêdiviya daran bi lênêrîna domdar heye, em tu carî dev ji çandin û lênêrîna wan bernadin heya ku ew di rewşek baş de bighêje kesên ku dixwazin daran bikrin.”   

Hilberîna dar û şînatiyan

Ednana Mustefa wiha domand: “Di şitilgehên min de darên: Zeytûn, Fisteq Helebî, Sinûber, Tirî, û Gul hene, daxwazên kesan û saziyan ji hev cuda ne, hin alî hewil didin ku projeyên çandina daran pêk bînin, darên cihêreng em peyda dikin li gorî pêdiviyan, her kesê ku darên fêkî dixwaze dê tiştê ku ew lê digerin bibîne hem kesê ku bixwaze şînatiyan biçîne ji bo xemilandina mala xwe, em gelek vebijarkan pêşkêş dikin.”

Ednan Mustefa derbarê nirxê bihayên daran û şênatiyan de wiha anî ziman: “Nirxên daran ji nîv dolarî destpê dike heta 15 dolaran li gorî cûreya dar û meznbûna wê, em hewil didin nirxên guncaw ji hemûyan re pêşkêş bikin, ji ber ku çandina daran pêwistiyeke, divê her kes darekê li mal an jî erdê xwe biçîne.”

Rola şitilgehan di parastina jîngehê de

Mustefa da zanîn ku kirîna şitil û daran di dema dawî de bi sedema şert û mercên aborî kêm bûye û wiha got: “Li gorî demên berê kirîna welatiyan ji daran re kêm bûye, lê hin rêxistin hene di vî warî de piştgiriya şitilgehan dikin, ev yek dibe alîkar di domandina xebatên şitilgehan de.”    

Ednan Mustefa Tekez kir ku dar roleke giring di başkirina jinîgehê de dilîze û wiha berdewam kir: “Çandina daran dibe alîkar di paqijkirina hewayê û kêmkirina qirêjiyê de. Her dareke tê çandin ew îstîsmarkirina pêşerojeke baştrîne di di jîngehê de ye, em hewil didin ku bajarên me zêdtir kesk û xweşik bibin.”

Ednan Mustefa di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Armanc ne tenê frotina daran e lê belavkirina çanda çandina daran di nava civakê de ye. Çandinî berpirsyartiya her kesî ye. Çandinî ne tenê kareke lê şêwazê jiyanê ye, hêviyê bi me re çêdike, her dareke tê çandina wê sûd jê bê girtin ji bo nifşên pêşrojê.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.