Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bazariyên ji bo avakirina hikûmeta nû

07/08/2018
in ROJEV
A A
Bazariyên ji bo avakirina hikûmeta nû
Share on FacebookShare on Twitter

Li Iraqê piştî hilbijartina di 12’ê Gulanê, ji bo avakirina hikumeta nû bazarî tê kirin.YNK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere kir û taloqkirina hilbijartinên herêmî di rojevê de ye.
Li Iraqê nêzî 3 meh ji ser hilbijartina di 12’ê Gulanê de derbas bû lê ji bo avakirina hikumeta nû, hê jî hevdîtin tên kirin. Lîsteya Mûktada Sadir Saîrûn ê Şîî yê ku di hilbijartinê de bi ser ketibû, bi gelek lîsteyan re têkiliyê datîne. Koalîsyona Fetîh a ku Hadî Samîrî li ser wê yê ku Haşdî Şabî ava kiriye, ji bo xebatên hikumetê kete dewrê.
Berdevkê Koalîsyona Fetîhê, Ahmed Esadî diyar kir ku ji bo avakirina hikumetê wan gelek hewldan dane destpêkirin û ji bo îlankirina hikumetê ya bi koalîsyoneke mezin ew li benda encamên fermî yên hilbijartinê ne. Esadî got ku, “Ji bo bernameya avakirina hikumetê, di çarçoveyeke neteweyî de me dest bi diyalog û hewldanan kir. Di vî warî de pêşketin çêbûne. Bernameya koalîsyona Fetîhê ji aliyê gelek aliyên siyasî hate qebûlkirin.”
Esadî qala naveroka hevdîtinan nekir lê di nav kûlîsan de tê gotin ku namzetê seroktiyê yê Koalîsyona Fetîhê Nûrî Malîkî ye. Ji ber ku Malîkî nêzî Îranê ye, DYA li dijî wî ye. Tê gotin ku heke formul ev be, ew ê alozî çêbibe.
Koalîsyona Nasir jî bi aliyên siyasî re rûnişt û dixwaze ku Haydar Abadî dîsa were hilbijartin. Lê vê pêşniyaza Koalîsyona Nasir nehate qebûlkirin.
NAMZETÊ YNK’Ê YÊ SEROKKOMARIYÊ
Li eniya Iraqê xebatên ji bo avakirina hikûmetê didomin, hate diyarkirin ku YNK piştî ku hikûmet hate hilbijartin namzetê xwe yê ji bo Serokkomariyê diyar kiriye.
Hê tam diyar nebûye lê li gorî nûçeya di malpera fermî ya YNK’ê PUK Medyayê de ji bo erka Serokkomariyê navê Mihemmed Sabir Îsmaîl derbas dibe. Çavkaniyên nêzî YNK’ê dibêjin îhtimale ku namzet were guhertin, lê navê niha derdikeve pêş Sabir Îsmaîl e.
LI BAŞÛR NEDIYARBÛNA HILBIJARTINÊ
Li Herêma Federal a Kurdistanê jî nediyarbûna siyasî heye. Li başûrê Kurdistanê diviyabû hilbijartin Nîsana borî bihata kirin lê ji bo hilbijartin di 30’ê Îlonê de pêk were parlamento û hikûmetê biryar girt. Partiyan li gorî vê rewşê amadekariyên xwe kirine. Partî û lîsteyan namzetên xwe radestî desteya hilbijartinê kirin. Lê di nava vê hefteyê de gote gotên ku hilbijartin wê salek din bê taloqkirin, belav bûne.
Di serî de Tevgera Goran, Nifşê Nû û gelek partiyên din ji bo hilbijartin di dîroka hatî diyarkirin de bê kirin daxuyanî dan. Lê heta niha ne PDK û ne jî YNK’ê têkildarî hilbijartin di demê xwe de bê kirin ti daxuyanî nedane. Endamê Ofîsa Ragihandinê ya YNK’ê Azad Tofîk têkildarî hilbijartinan îdîayek din avêt holê. Li gorî Tofîk rojên derbasbûyî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê Nûnerê Taybet yê dijî Têkoşîna DAIŞ’ê yê DYA Brett McGurk hevdîtin çêkir û piştre li Hewlêrê bi Barzanî re civiya û daxwaz ji Barzanî kir ku hilbijartinên 30’ê Îlonê paşve bixe. Tofîk got Brett McGurk bûyerên li Iraqê diqewimîn weke sedem nîşan da û daxwaza paşvexistina hilbijartinê kiriye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.