Rojnameya Ronahî

Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahiyên çalakiya 4’ê Tebaxê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê parve kir. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;
“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me 4’ê Tebaxê saet 10.00’an li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de derbeke serkeftî li kozikên dijmin hate xistin û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.”