Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hesabên kesî li Sûriyê pêknayê

06/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hesabên kesî li Sûriyê pêknayê
Share on FacebookShare on Twitter

Civîna 10’an di bin sîwana Rûsya, Îran û Tirkiyê de dîsa pêk hat. Li ser Sûriyê civîn li ser civînê tê lidarxistin. Ev civîn him di hundirê Sûriyê de him jî li derveyî Sûriyê pêk tên. Civîna MSD û rejîma Sûriyê van civînên li derve bêwate dike. Lê heta niha çareseriyekî berbiçav ji wan hevdîtinan derneketiye. Li ser Sûriyê gelek dewlet siyasetê dikin û wan dewletan heta niha li ser Sûriyê lihevnekirine. Yek ji sedema dewam kirina şerê li Sûriyê jî, şerê dewletên ku dixwazin Sûriyeke li gorî berjewendiyên wan ava bibe. Ji bo wê çareseriya li Sûriyê hinek jî li gorî biserketin yan jî lihevhatina dewletên li ser Sûriyê yê hesabê wan hene ye. Xuya bû ku garantorên civîna Astana êdî wek berê lihevnakin û li ser mijarên berê ku lihevkiribûn êdî ji bo siyaseta xwe ya Sûriyê wek astengiyek dibînin. Bi taybet Rûsya civîna Astana ne wek zemînek çareseriyê, zemînek astengkirina siyaseta xwe bidest digre. Gotinên wezîrêkarê derve yê Rûs Sergey Lavrov yên derbarê Idlibê ku gotibû “dibe derba kuştinê li komên li Îdlibê bêxistin” ev yek bi zimanekî eşkere raxist ber çavan.
Niha rewş li Sûriyê diguhere. Aktoren ku demkî lihevkiribûn, ji xwe li Sûriyê demdirêj lihevnakin, cihê îttîfaqên tên kirin jî, bi demê re diguhere. Lê rewşek zelal heye ku Rûsya wek garantorê rejîma Sûriyê cihê xwe li Sûriyê diyarkiriye. Di heman demê de ji bo hîlala Şîî biparêze, Îran wek aktorek sereke pişta rejîma Sûriyê digre. Rejîma Sûriyê bi wan aktoran nikare hebûna xwe biparêze. Ji bo wê jî siyaseta her dû dewletan jî li ser siyaseta rejîma Sûriyê bi bandore. Lê di heman demê de Rûsya ji ber têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re, dixwaze Îranê li Sûriyê lewaz bike. Jixwe ji niha ve rewşek wiha li ser herêma Golan despêkiriye. Herêma Golan di encama peymana agirbesta di navbera Îsraîl û Sûriyê ya 1974’an de beşek ji wê ji Îsraîl re hate hiştin. Lê rejîma Sûriyê Golan wek herêmekî hatiye dagirkirinê pênase dikir. Ni bi peymana di navbera Rûs û Îsraîl de ku li ser sînor wê polîsên Rûs bicih bibin, êdî di wateyekî de Golan ji Îsraîl re hate hiştin. Ev siyaseta Rûsya ku hebûna Îsraîl li Golan rewa kir, di encama hêzên Îran ji sînorê Îsraîlê dûrxistinê de pêkhat. Ji aliyekî ve Îsraîl herema dagirkeriye rewa kir, Rûsya jî bi rêya Îsraîl re hebûna Îran li Sûriyê lewaz dike.
Rûsya ku êdî pêwîstiya wê bi hebûna Îranê li Sûriyê nemaye, wek rikberê xwe dibîne, di heman demê de hebûna Îranê ji bo têkîliyên xwe yê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka re jî bikartîne. DYE eşkere dibêje ku hebûna Îranê li Sûriyê ji bo xwe wek metirsiyek mezin dibîne. Û dixwaze bandora Îranê li Sûriyê tine bike. Ji bo vê jî niha bi him rêya Îsraîl him yekser ketiye nava têkiliyan. Diyar dibe ku Rûsya jî, ji bo hebûna Îranê li Sûriyê ji holê rabe, deriyê bazarê bi DYE re vekiriye. Berî civîna Astana-10 çêbibe, dîktatorê dewleta Tirk ya dagirker Erdogan got ku ew ê di meha Îlonê de bi beşdarbûna Fransa, Almanya û Rûsya civînek li ser Sûriyê li Stenbolê lidarbixin. Herçend heta niha ev gotinên Erdogan ne ji aliyê Rûsya, Almanya û Fransa ve nehatiye pêştrastkirin jî, ger plansaziyek bivî rengî hebe, li vir jî eşkere dibe ku Tirkiyê jî famkiriye êdî wateya civîna Astana nemaye û di bin serweriya xwe de dixwaze gavek nû bide destpêkirin. Lê divê gavê de Îran tineye. Dewleta Tirk ya dagirker ji bo hebûna xwe li Sûriyê bidomîne û destê xwe bi hêz bike, civîna Astana ji bo xwe heta niha bikaranî. Lê dema bikaranîna civîna Astana ji bo dewleta Tirk ya dagirker jî bidawî bû. Ji bo wê civîna dawî ya Astana dewleta Tirk di asta herî nizm de bi hin brokratan beşdarî bû. Ev jî daxuya kirin ku êdî sûka dewleta Tirk li Astana nemaye. Lê dewleta Tirk ji bo dagirkeriya li Sûriyê bidomîne, ji bo ku şerek li ser herêmên dagirkiriye nebe çi jidestê wê tê dike. Îran jî ji bo hebûna xwe li Sûriyê bidomîne û hebûna xwe bihêz bike, divê hevsengiya li ser xwe bide belavkirin. Ji bo wê şerekî li Îdlibê ji bo Îranê zemînek xurt wê ava bike. Jixwe ji niha ve hewldanên Îranê hene.
Lê esas bazara li Sûriyê di navbera Rûsya û Emerîka de ye. Herî dawî wezareta parastina Rûsya bi rêya ewle nameyek ji wezareta ewlehiyê ya Emerîka re şandiye. Xuyaye şertê bazarê zelal dibe. Lihevkirina Rûsya û Emerika li ser Sûriyê wê hemû aktorên din bêwate bike. Bi taybet Tirkiyê û Îran. Tirsa her du dewletan jî ew e. Rojên pêş wê rewş hinek din jî zelal bibe…

Ezîz KOYLUOGLU

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.