Min nekujin di nava pêçekê de li ser singa dayîka min. Bihêlin da ez di germa Tebaxê ya weke sêla sincirî de li ber siya singa dayîka xwe bêhneke kûr ji jiyanê bigirim. Bihêlin, bila dayîka min qurtek ava sar vexwe da ji bedena wê şîreke têhnşkandinê xwe berde qirika min û ez jî weke her zarokê li ber singa dayîka xwe ewle û kêfxweş bim.
Bi 10 hezaran zarokên weke min yên cilikreş kuştin û rojên herî germ yên havînê avêtin ber têhna rojê. Zarokên hê nehatîn dinê ez yek ji wan im û berê dayîka min dan dojehê. Serê sibê hê zû bû. Ji bo silava rojê dayîka min ji xewê şiyar bû û berê xwe dayê. Lê hê silav lê nekirî zebaniyan bi keziyên wê girtin û kêr danîn ser gerdena wê ya mircanî. Min dengê dilê wê baş dibihîst; ne di tirsa mirina xwe de bû, dilê wê ji bo, bav, bira, xwîşk û min lê dida. Ji tirsa, bedena wê dilerizî. Rengê wê çûbû, te digot qey berfa serê sîpanê xelatê ye. Ji bo ku zû nemire carna devê kêrê sist dikirin. Di wê kêliyê de bi awayekî lez bêhna xwe kişand û got keça min, zû bêhnekê bistîne da em nemirin. Tu zanî ku ji te û xwîşk û birayên te gelek hes dikim. Delala min, ha hin bêhn bistîne û ruhê xwe teslîmî zebaniyan neke. Min jî ji dayîka xwe gelek hes dikir û qet nedihişt dilê wê bimîne. Ji ber wê hema çawa dayîka min bêhna xwe dikişand, têra cigerên min nebe jî, ji bo nemirim û dayîka xwe xemgîn nekim min jî bêhneke piçûk digirt.
Zebaniyan çavên dayîka min girê dan û bi keziyên wê girtin em di erdê re kişandin. Ji bo ku zikê wê li erdê nekeve, dayîka min li ber xwe dida. Dema li erdê diket bi dengekî nizim ji min re digot delala min, li min bibore ez carna nikarim te biparêzim.
Her çendî min nizaniya ka li derve çi diqewime, lê min zaniya ku rewşek ne asayî heye. Wê kişandin û tevgera qerebalix çend rojan ajot. Piştî demeke dirêj -lê nizanim ka çiqas dem borîbû- carekê min dît ji qirika dayîka min kulmek ava têhnûşîro û bêhna wê ne xweş bi ser min de herikî. Min ji dengê dilê wê zaniya ku avê ne ji bo jiyana xwe vedixwe. Li gorî min ji dilê wê dibihîst em biribûn girtîgeheke binerd û navê wî bajarî Minbic bû. Her roj dayîka min digiriya û bi dilekî xemgîn ji min re digot berxa min, berxa diya xwe, qet neyê dinyayê, ji xwe re di malzarokê de bimîne, ev cîhan ne li gorî te ye. Carna jî derdê xwe bi vê pirsê ji min re digot: Gelo bav, bira û xwîşkên te li kû ne? Min qet nizaniya ka bavê min mirovekî çawa ye. Ka çend xwîşk û birayên min hene, min ew jî nizaniyan û minê qet jî nizanibûya.
Çend roj bi ser re çûn. Nizanim lê dayîka min ji rewşa jinên gel xwe zaniya ku ez bêm dinê wê ew zebanî weke wan jinan dest biavêjin dayîka min jî. Ji ber wê berî bûna min bi 2 rojan dayîka min agir berda bedena xwe. Lê agir vemirandin û birin nexweşxaneya leşkerî ya DAIŞê. Li nexweşxanê ez hatim dinê.
Li girtîgehê jineke bi navê Zehra bi dayîka min re bûye û çeteyan ew jina bêguneh di binê navê namûsê de li garaja bajêr bi keviran kuştine. Roja Zehra tê kuştin ez jî têm dinê. Ji ber wê navê min dikin Zehra.
Binevş SARYA






