Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê weke welatiyên Şengalê vegerin ser axa xwe

03/08/2018
in ROJEV
A A
Emê weke welatiyên Şengalê vegerin ser axa xwe
Share on FacebookShare on Twitter

Bi boneya 4’emîn salvegera komkujiya Şengalê, Meclisa Rêveber a Efrînê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir.
Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê bi boneya 4’emîn salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û soza vegera Efrînê wek israra welatiyên Şengalê û Kobanê ya vegera warên xwe da.
Daxuyaniya meclisê wiha ye:
“Roj derbas dibin û êş û fermanên li ser gelê me li herêmê berdewam dikin. Beriya niha Fermana 73’yan li dijî kurdên Êzidî yên li Şengalê pêk hat. Beriya ku dîmenên êş û hovîtiyê di komkujiyê de bi dawî bibin, komkujî derbasî herêma Kobanê bû û di encamê de hate hilweşandin û gel koçber bû. Piştî wê careke din li welatê zeytûnan li Efrînê komkujî hatin dubarekirin.
Ji Şengalê ber bi Kobanê û piştre Nisêbîn û Efrînê, komkujî yek e û ji heman jêderê pêk tê, her çi qas rêveber û aliyên ku van komkujiyan pêk tînin, cuda bin jî. Ev 4 sal e di ser komkujî û êşa kurdên Êzidî yên Şengala berxwedêr re derbas dibin û hê jî gelek malbatên Êzidî li benda vegera welatiyên Şengalê ne.
Em wek welatiyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku em koçî herêma Şehbayê hatine kirin, careke din piştrast dikin ku kirinên li Şengalê pêk hatine hê jî li herêmê berdewam in. Tevî vê yekê welatiyên me yên berxwedêr hê jî di berxwedana xwe de bi israr in û li benda vegera warên xwe ne.
Em soz didin gelê xwe li herêma Şehba ku çawa gelê me li Şengalê û Kobanê bi israr vegeriyan warên xwe, em wek welatiyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê li herêma Şehbayê di berxwedana xwe de ji bo rizgarkirina Efrînê bi israr in.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.