Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KOMPLOYA NAVNETEWÎ A 15 Ê SIBATÊ

15/02/2024
in POLÎTÎKA
A A
KOMPLOYA NAVNETEWÎ A 15 Ê SIBATÊ
Share on FacebookShare on Twitter

Tecrîda  Îmraliyê, Tecrîtkirina  Îrada Hemû Gelên Kurd û Tekoşîna Hemû Gelên Bindest a Azadiyê ye!

Hêzên emperyalîst ên cîhanê li kîjan  deverê tovên azadîya gelan şînbibin êrîşî wir dikin, an dixin bin desthilatdariya xwe yanjî tune dikin. Bi armanca xwe mezin kirin li hember hemû hêzên şoreşger û azadîxwaz xwe bi rêxistin dikin zextên ku carna digihîjin qirkirina gelan dimeşînin. Tevgera Azadîyê a Gelê Kurd û Tekoşîna ku Rêber Apo li Kurdistanê destpêkir jî ne tenê ji bo azadiya Gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên bindest bû îlhama tekoşîn û berxwedaniyê. Lewma “Kopmloya 15’ê Sibatê, ji hêla hêzên emperyalîst ên cîhanê pêk hat û komployeke navnetewî ye. Di cewherê xwe de teslîmgirtina îrada azad a Gelê Kurd e û tunekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd hedef digre. Ev komplo, hîn 9’ê Cotmeha 1998 an de  bi zextên li ser Rêber Apo ya ji bo derketina ji Sûrî destpêkir. Şopandinek hovane destpêkir û Rêber Apo li Kênyayê  hate dîlgirtin. Hêzên ku Komploya 15’ê Sibatê pêk anîn, heman hêzên ku Kurdistan kiribûn çar perçe û bi sedsalane ku li ser Gelê Kurd qirkirina pêk tînin in.  Bi dîlgirtina Rêber Apo hesabên tunekirina tekoşîna wî û teslîmgirtina Tevgera Azadiyê  hat kirin. Lê Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê zîvirand qada berxwedanê ya bêdawî û kir dibistana fikra azad, şoreşa herî mezin a zihnîyet û wijdan pêk anî, li vir ne tenê bersiva “Çawa bijîn” lê nexşerêya “Çawa berxwebidin” jî nîşanda.  Gelê Kurd ê welatparêz, gerîlayên Tevgera Azadiyê û rêhevalên Rêber Apo, xwe kirin agir bi berxwedanîyek fedaî gotin “Hûn nikarin roja me tarî bikin!” û  xeleka ji agir a  berxwedanîyê li derdor Rêber Apo honandin.

Îro komplo dikeve 25 salîya xwe. Rêber Apo bi guhertina paradigma bersiv da komplo û komplogeran. Zihniyeta sosyalîzma demokratîk, ji  çareserîya pirsgirêka  Kurd bingeh û amûrên fîkrî pêşxist, zihniyeta modernîteya demokratîk ku li ser hîmê netewa demokratîk dimeşe avakir. Paradîgmaya netewa demokratîk ku paradîgmaya jina azad û gelên azad e. Pêşxist. Teslîmiyet red kir, bangawazîya berxwedanî û azadî ji hemû kes û gelên şoreşger û azadîxwazkir. Dîsa nehişt ku komplo di tarîtiyê de bimîne, her gelî nirxandin kir  û komplo bi her awayî ronîkir, her kes li hemberî komplo hişyarkir. Lewma komplo vala derxist û nehîşt ku hêzên komploger bigihîjin armanca xwe. Îro, paradîgmayab netewa demokratîk ku xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadîya jinê, hem ji gelên bindest re hem jî ji hemû derdorên şoreşger re bû îlhama tekoşîn û berxwedaniyê. Ji ber vê jî Dewleta Tirk a Faşîst her ku çû tecrîda li ser Rêber Apo kûr kir, êrîşên li ser gel, gerîla mezînkir û bajarên Kurdistanê dagirkir. Dewleta ku bi salan e nikare xwe li ber îrade û berxwedanîya gerîlayê Kurdistanê bigre,  serî li  her cûre tevger û êrîşên terorîstî dixe. Faşîzma AKP û  MHP’ê ku bi rola berdewamî û encamkirina komployê rabuye, her Kurdê azad hedef digre, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, bi dîplomasîya herî qirêj, bi erîşên hewaî û bejayî , hewil dide komployê bibe serkeftinê. Lê li beramber wê tekoşîna azadiyê mezin dibe, navnetewî dibe, xwe digihîne her jina ku dixwaze azad bibe, û fikra netewa demokratîk bi yekbûna gelan taybnet li Rojavayê Kurdistanê digihîje serkeftinê.

Weke Kongra  STAR û rêhevalên Rêber APO emê  tekoşîna jina azad û gelên azad mezin bikin, bi şîara “Jin Jiyan Azadî”  têbikoşin  û bi rêgezên şerê gelê şoreşgerî li berxwe bidin, komploya navnetewî  têkbibin, azadiya  fîzîkî a Rêber Apo pêkbînin,azadiya gelê kurd mîsoger bikin û bibin temînata paradigmaya netewa demokratîk.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.