Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi qestî daristanên Kurdistanê dişewitînin

31/07/2018
in ROJEV
A A
Bi qestî daristanên Kurdistanê dişewitînin
Share on FacebookShare on Twitter

Heyeta ku çûbû lêkolîna şewata daristanan a ku artêşa Tirk li Amedê pêk anîbû, diyar kir ku gundiyan gotine bombeyên qazanê hatiye avêtin. Heyetê got, “Em ê gelê xwe tenê nehêlin.”
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllarî yê ku ji ber şewitandina daristanên li Pasûr û Farqînê çûbû qadê diyar kir ku vemirandina agir hatiye astengkirin.
Heyeta HDP û KCD’ê piştî lêkolînkirina şewitandina daristanên li navçeyên Pasûr, Hezro û Licê ya di 28’ê Tîrmehê de ya ku ji ber operasyona artêşa Tirk pêk hatiye, daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya bajêr a HDP’ê hate dayîn û endam, rêveber û parlementerên HDP’ê yên Amedê û rêveberên KCD’ê tevlî daxuyaniyê bûn.
Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisogûllari got, “Ji Dersimê heta Amedê ji ber bombebaranê şewat derdikevin. Hat gotin ku Rewşa Awarte rabûye, lê di rastiyê de tenê navê wê hatiye rakirin. Roja ku hat gotin Rewşa Awarte rabûye ve şewatên daristanan li Kurdistanê dest pê kirin. Em çûn Pasûr û Licê û me lêkolîn kir. Piştî bombebaranan şewat derketine û ji ber qedexeya derketina derve gundiyan nikaribûye mudaxale bikin. Şewatên li herêma Eskar û Dorşînê yên Pasûrê hatine vemirandin. Gundiyan diyar kirin ku bombeyên qazanê hatiye avêtin û ji ber van bombeyan agir bi herêmê ketiye.”
Farisogûllari da zanîn ku ji pêkanînên ku bi salan hatine ceribandin tiştek dernayê û diyrar kir ku divê dewlet ji vê yekê fem bike û dev ji van rêbazan berde. Farisogûllari di dawî de wiha got: “Hewldanên me ji bo seranserê Tirkiyê pêşxistina çareseriyê ye. Di nêzikbûna rayedarên hikumetê de ji ber dijminahiya wan a li hemberî gelê Kurd, pêkanînên ku dibin sedemê mirina mirovan hene. Em bang li rayedarên hikumetê dikin. Em vê nêzikbûna hovane ya li hemberî gelê xwe qebûl nakin. Ji niha şûn de jî wê hewldanên me bidomin û em ê gelê xwe bi tenê nehêlin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.