Rojnameya Ronahî

Tecrîd li bajarên Ewropa hate şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê û li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Bi vê armancê meş hatin organîzekirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê û Başûrê Kurdistanê bi meş û xwepêşandanan hatin şermezarkirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, girseya gel li meydana Canebîere li hev civiya û heta meydana Vîeûx-Portê meşiya.
Girseya gel pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” vekir û dirûşma “Azadî ji Efrînê” qirkiya. Çalakgeran tilîlîû û dirûşman êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di dema meşê de gelek belavok hatin belavkirin.
Di dawiya meşê de li meydana Vîeûx-Portê mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran ji Kurdistaniyên li Ewropayê xwestin ku destekê bidin pêngava rizgarkirina Efrînê û gotin, Efrîn wê teqez ji nû ve bibe parçeyek ji Kurdistanê. Mîtîng bi qîrîna dirûşman qediya.