Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Parastina Nasnameya Kurdistanî

30/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Parastina Nasnameya Kurdistanî
Share on FacebookShare on Twitter

Zimanê dayikê nasnameya merov di nava xwe de diparêze. Civaka zimanê xwe bi awayekî hunda dike dikeve nava xetereke têkçûnê. Civakên ku zimanekî din bi gemelemperî di jiyanê de bi kar tînin dibin esîrê nasnameyek din. Ji aliyekî din, parastina nasnamê di her şert û mercan de li ciyên ku zimanê dayikê rola xwe nelîze jî pirr girîng e. Di siyasetê de, di warê çandê de, orf û aded, muzîk û sitran, di folklorê de parastina nasnamê xwedî cihekî girîng e. Ev nayê wê wateyê ku meriv dibe nîjadparêz, yan jî dijberê her tiştê ne ji xwe. Berovajî, dostanî û nêzîkbûn bi îhtîrama hemû cudabûnan hê xurttir û kûrtir dibe.
Di sala 1977 de ez hatim Beljîka. Li bajarê Leuven, bi cî bûm. Li ser pêşniyara rehmetiyê Hemreş Reşo, mamosteyê hêja, min berê xwe dabû welatekî ku qet nas nedikir. Di wê demê de KSSE (Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Ewropa) hebû û bi hatina xwe re min tev deh xwendekarên Başurî xebata Kurdî meşand. Ji bo nasandina pirsgirêkên Kurdistanî û zor û zilma li ser gelê me, pêdiviya xebateke berfereh hebû. Ji bo wê jî peywendî bi rêxistin, kesayetî, partî û dezgehên cuda hebû. Tev hevalekî ji nava komelê me dest bi wî awayê xebatê kir. Bi saziyên demokrat yên civakên cuda re jî peywendi hêdî hêdî ava bûn. Lê bîreweriya herêmî û bi awayekî kerr û kor hizbayetî li aliyekî, zikreşî û dilnexwaziya şexsî li aliyê din ya endamên me ev xebat seqet dikir. Dema min dît xebat her diçe dikeve çarçeweya hizb û herêmî de min biryar da li Kurdên din bigerim ku xebateke Kurdistanî bi rê ve bibin. Bi gelek zehmetiyan şeş kes peyda bûn. Her şeş jî xwedî sempatiyên cuda ji partiyên cuda re hebû. Me biryar stend ku em tûrikê partî û îdolojiya li devê derî deynin û xebateke neteweyî li dar bixin. Bi navê Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka “Têkoşer” ava bû. Lê dîsa her kes xwedî sempatiya partiya xwe bû.
Zimanê Kurdî di xebata me de serekî bû. Xebata Folklor û muzîkê hat meşandin. Peywendî bi awayekî pirr xurt bi dezgeh û keseyetiyên civakên din re bi awayekî xurt hatin avakirin. Bê goman bi saziyên “demokratîk” ji civaka Turkiyê re jî peywendî xurt bûn. Lê balkêş bû ku saziya me Kurdan li ba 99 % ji wan re her tim bi pirsgirêk bû. Wan di her fersendê de û li her cî daxwaza “bihevrabûnê dikir”. Ango, “çima komeleyeke Kurdî?” “Ev nabe cudaxwazî?” “Ev nabe xizmetkariya daxwazên emperyalîzmê ku welatê me parçe dike sedema mayina me ya bindest e.” Balkêş e, di bajarê Bruksel de 12-13 komelên cuda ji yên Turkiyê hebûn, cudabûn û xeter tê de nedihat dîtin, lê dema yek bi nave Kurdî hebû dibû cudaxwazî! Û dive were gotin ku pirraniya van serkêşên van komelen jî bi eslê xwe “Kurd” bûn. Digotin “em Turkiyelî ne!” Me jî digot “em jî Kurdistanî ne!” û rûyê wan tirş dibû. Lê xema me nebû. Me bi biryar xebata xwe domand.
Xebata Kurdistanî, di destpêkê de bio navê Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka “Têkoşer” û paşê jî bi nave Enstituya Kurdî ya Brukselê domand û hêjî berdewam e. Saziya me ji aliyê wezaretên Kultûrê, dezgehên akademîk, partiyên siyasî û dezgehên vî welatî fermi hatiye pejirandin û bi serbilindî xebata xwe ya Kurdistanî didomînin.

Derwêş M. FERHO

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.