Dîplomasiya di navbera Şam û Qamişlo’de cara yekem bi fermî destpêkir. Berî niha jî gelek hevdîtin di navbera Şam û Qamişlo de dihat kirin, lê ev hevdîtin nedigîhiştin asta ku bê ragihandin. Ragihandina vê hevdîtinê diyar dike ku, êdî têkiliyên rêjîma Sûrî û rayedarên Bakûrê Sûriyê gihiuştiye astekî hevdû fêhmkirinê. Balkêşe ev hevdîtin piştî têkiliyên Rûsya û Emerîka li ser Sûriyê gihiştin asteyek ku, li ser Sûriyê di xalên giştî de lihevkirinê. Di ragihandinê de jî eşkere bû ku, Rûs û Emerîka êdî li ser Sûriyê di gelek xalan de nêzîkî hevbûne. Vê nêzîkatiyê bi taybet lez da rewşa li Sûriyê. Mirov nikare vê hevdîtina di navbera Şam û Qamişlo’de ji vê rewşê qut bigre dest. Lewma ne bi erêkirina Rûsan be, Şam nikare têkeve nava hevdîtinên bi vî rengî. Berî niha jî Şamê dixwest bi Kurdan re li ser esasê xweseriyê lihevbike, lê Îran li pêşiya vê asteng bû. Diyare ku Rûsan ev astengiya Îranê ji holê rakiriye.
Aliyê herî girîng di vê hevdîtinê de Meclîsa Sûriya Demokratîk hat muxatap girtin û Şamê ji bo hevdîtinan fermî ew vexwendin. Ev jî nîşan dide ku di rewşa heyî de guhertinên mezin hene. Berî niha jî li ser hin cihên xizmeta gelên li Sûriyê dike hin lihevkirin hebûn. Bi taybet li ser bendava Tebqa ku ceyrana herêmeke fireh pêşwazî dike, lihevkirin pêk hatibû. Ev wek gavek erênî hatibû pênasekirin.
Berî niha jî civînên Cenev û Astana ku ji bo çareseriya şerê li Sûriyê hatibûn lidarxistin tu encamek berbiçav nedan. Ev demeke Cenev bi temamî ji rojevê derketiye. Û ne rejîma Sûriyê ne jî beşdarvanên din yên vê civînê girîngî didinê. Civînên Astana jî ku wek çareseriyek hatibû destnîşankirin, lê berovajî ji bo jinavbirina komên çekdar rolek lîst. Rola Dewleta Tirk jinavbirina komên çekdar de sereke bû. Ji 4 herêmên ku agirbest lê hatibûn ragihandin, 3 ji wan bi temamî ket bin serweriya rejîma Sûriyê. Ji wan herêma Îdlib wek heremek nakok li meydanê ye. 10. Civîna Astana ku tê payîn di demek nêzde bê lidarxistin ji niha ve bê wateye. Ev hevdîtinên çareseriyê ku di navabera Şam û Qamîşlo de destpêkirine, wê ji bo herêmên din jî çareseriyê bi xwere bîne.
Piştî hevdîtinên li Şam’ê rayedarên Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo raya giştî daxuyaniyek dan. Li gorî daxuyaniyê tê gotin ku ji bo muzakere bên destpêkirin wê di herwarî de komîteyan avabikin. Bi avakirina van komîteyan di warê destûrabingehîn, rewşa xizmetguzarî, îdarî û leşkeri wê li ser Sûriya pêşerojê danûstandin bên kirin.
Rayedarên Bakûrê Sûriyê ji destpêkê de ji bo ku bê şer û bi diyalogê aloziya li Sûriyê çareser bibe bang dikin. Lê him dewletên herêmê him jî rejîma Sûriyê ji bo wan banga amade nebû. Bi taybet hêzên navdewletî yên li Sûriyê siyaset dikirin, nedixwestin aloziya Sûriyê çareser bibe. Lewre jî çareserî di berjewendiyên xwe de nedidîtin. Lê xuya dibe ku êdî beşek ji wan hêzan jî çareseriyê di berjewendiyên xwe de dibînin. Ev guhertinek mezine li Sûriyê.
Li ser bingeha çareseriyê danûstandin tê wateya ku ji her du aliyan jî tawîz dayînê. Ji niha ve hêzên çareseriyê naxwazin û dijber ketine nava hewldanên reşkirinê. Bi taybet nijadperestên herdu aliyan û dewletên wek Tirk û Qeter, heta radeyekî Îran wê bixwazin lihevkirineke demokratîk di navbera Şam û Qamîşlo de pêk neyê. Divê him rejîma Sûriyê him jî radarên Bakûrê Sûriyê li hemberî hemû astengiyan bi sebrek mezin bisekinin.
Ezîz KOYLUOGLU






