Ciwanên Şêxmeqsûdê helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê û êrîşên dagirkeriya tirk li başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku eger bê xwestin ew amade ne biçin Qendîlê.
Di dema ku dagirkera tirk êrîşan li ser başûrê Kurdistanê û Qendîlê didomîne de, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) deriyê Sêmalka yê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de digire û destûr nade ku ciwan derbasî Qendîlê bibin.
Ciwanên Helebê nêzîkatiyên PDK’ê şermezar kirin diyar kirin ku ew amade ne berê xwe bidin Qendîlê û parastina xaka Kurdistanê bikin.
Diyar Mistefa siyaseta PDK’ê, girtina deriyê Sêmalka, piştgirya kiryarên Erdogan, êrîşa li ser başûr şermezar kir û wiha got: “Em kurd in û ew jî kurd e divê em yek bin, ji ber wê em wek ciwanên Helebê amade ne berê xwe bidin başûr û li hemberî êrîşên li ser gelê kurd bisekinin”.
Mistefa got: “Divê tavilê deriyê sînor bê vekirin. Berxwedana me wê li hemberî dagirkeriyê bidome”.
Ciwanê bi navê Îbrahîm Elo siyaseta PDK’ê şermezar kir û ev pirsî: “Çima tu derî li hember ciwanên Rojava digirî û piştgiriya Erdogan dikî?” û got: “Ev kiryar xiyanet e. Em vê qebûl nakin. Malbata Berzanî kurd in divê parastina xaka Kurdistanê bikin ne li dijî me bisekinin”.
Ciwanê bi navê Ciwan Hiso siyaseta PDK’ê şermezar kir û wiha got: “Divê Nêçîrvan Berzanî bizane ku ciwanên Kurdistanê ji bo şikandina sînor û ji bo parastina destkeftiyên xwe û mafên xwe yên rewa amadene her tiştekî bikin û canê xwe jî feda bikin.”…ANHA







