Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Artêşa Tirk xebatên xwe yên kontrayan zêde kiriye

30/07/2018
in ROJEV
A A
Artêşa Tirk xebatên xwe yên kontrayan zêde kiriye
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bibîr xist ku êrîşên der mirovî yên artêşa Tirk û komên çeteyên girêdayî wê yên li ser welatiyên sivîl û gelê Efrînê didome. YPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê cilên YPG’ê li xwe dikin û xebatên kontrayan dikin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê, têkildarî êrîş û talanên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ya li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî da. YPG’ê di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku artêşa Tirk ji bo dagirkeriya xwe rewa û destekeftiya bide reşkirin, cilên YPG’ê li xwe dikin û li dijî welatiyên sivîl kiryarên dij mirovahiyê dikin.
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê lez da xebatên xwe yên kontra yên bi armanca xapandina gelê Efrînê û hewldanên xwe yên reşkirina tevgera me zêdetir kir. Artêşa Tirk a dagirker bi vê rêyê dixwaze dagirkeriya xwe ya nerewa, rewa bide nîşandan.
Artêşa dagirker û komên çete yên pêve girêdayî, li gel dewamkirina dagirkeriya li Efrînê, ji milekî de jî hewl didin gelê herêmê di bin zext û zordariyê de bigirin da ku bikaribin dagirkeriya xwe bi wan bidin qebûlkirin û rewa nîşan bidin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku bi derewa; ‘Gelê herêmê di bin zextê de ye’dest bi êrîşan kir, ji bêdengiya navdewletî jî sûd wergirt û di pêvajoya derbasbûyî de her cûre sûcên mirovahî û sûcên şer pêk anî. Bi sed hezaran şêniyên herêmê ji cîhên xwe hatin derxistin, bi hezaran çekdar û malbatên wan yên ji her aliyê Sûriyê li Efrînê de hatin bicihkirin. Gelê Efrînê tevî hemû van polîtîkayên revandin, qetilkirin, û qirkirinê jî dagirkeriya ne rewa ya artêşa Tirk a dagirker nepejirandiye û li hember vê yekê sekna xwe ya berxwedêr domandiye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê weke çareseriya dawî jî serî li rêya reşkirina destkeftiyên gelê me yê li Rojavayê Kurdistan dide û dixwaze van destkeftiyan di nêrîna raya giştî ya navneteweyî de reş bike. Bi vê armancê çeteyên dagirker di hundirê Efrînê de cilê şervanên me li xwe dikin û bi navê YPG zextê li ser gel dikin, mal û milkên wan talan dikin û xebatên kontra dimeşînin. Em bang li gelê xwe yê Efrînê û hemû raya giştî dikin ku li hember van dek û dolaban hişyar û baldar bin.”

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.