Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, beriya niha bi mehekê li Efrînê dengbêj Hesen Ebdo revandin. Agahî jê nayê girtin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker, mehek beriya niha li gundê Kebaşînê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê yek ji dengbêjên navdar ên Efrînê Hesen Ebdo revandine.
Li ser aqûbesta dengbêj Hesen Ebdo agahî nayê girtin. Derbarê jiyana dengbêj Hesen Ebdo de tirs û fikar hene.