Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye

28/07/2018
in ROJEV
A A
Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Rûspî û oldarên Dêrikê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser hemû mirovahiyê ye.
Nerazîbûnên li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan didome.
Rûspî û oldarên herêma Dêrikê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û bang li saziyên mafên mirovan yên navnetewî kirin ku bi erka xwe rabin û helwestê nîşanî tecrîdê bidin.
Rêveberê Meclisa Rûspiyan Şêx Senan Ehmed tecrîda li ser Ocalan şeremzar kir û diyar kir ku ev tecrîd li ser hemû mirovahiyê ye û got, “Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna rêber Ocalan serbilinde.”
Şêx Ehmed anî ziman ku, ti girêdana dewleta tirk bi islamê re tuneye û wiha got, “rêxistinên mafên mirovan divê erka xwe ya li heramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û da zanîn ku divê gel bi hemû rêbazan têkoşînê ji bo azadiya Ocalan bike.” Şêx Ehmed ji bo ku Ocalan azad bibe banga çalakiyan li her kesî kir.
Serokê Meclisa Rûspiyan Hewas Cidai Egîd jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên navdewletî û saziyên mafên mirovan şermezar kir û got, “Tecrîda li ser Ocalan sûcekî li dijî tevahî gelan e.”
Egîd destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji tecrîdê şikandina îradeya gelan û dûrxistina ji fikirê netewa demokratîk e û wiha got, “Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya aşitî û biratiya gelan ditirse.” Hewas Cidai Egîd di dawiya gotina xwe de ji bo Ocalan banga têkoşînê kir.
Ji rêveberên Meclisa Rûspiyan Îbrahîm El-Şibilî bêdengiya rêxistinên navdewletî ya derbarê tecrîda li ser Ocalan de şermezar kir û wiha got, “Ocalan mîmarê aşîtî û mirovahiyê ye, ew ji bo rizgariya hemû gelên bindest têdikoşe.”
Şibilî, destnîşan kir ku rêxistinên mafên mirovan ku behsa azadiyê dikin erka xwe bi cih naynin û got, “Bi saya fikirê netewa demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gelên Bakurê Sûriyê bûne yek.”
Şibilî bang li gelê Kurd û gelên bindest kir ku li hemberî tecrîdê derkevin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.