Li gelek deverên Rojhilata Navîn zawaca temenê biçûk bi awayek ji rêzê tê dîtin û zarokên di temenê 11-12 salî bigire heya diçe 18-19 sali yê. Di temenê biçûk de zewac bi her awayî xirab û xetere. Çi dibe bila bibe pêwîste ku mirov zarokan nezewicîne. Berî her tiştî zewaca temenê biçûk ji boyî biyolojiya mirovan xetere, bi taybetî jî ji bo zaroka keçik hîn bi xetertire. Beden heta ku kamil nebe, nabe ku zarok têkiliya cinsî bijîn. Ji xwe jinek ciwan welatê ku lê dijî çendî germ be jî, herî zû di 13 de saliya xwe de regil (ketina Dewre, cilan) dibe. Jin heta regîl nebe bedena wê jî kamil nabe. Dayîktî wisan hest an jî mijarek ji rêzê nîne bêgûman. Berî ya her tiştî ji bo zewacê aqilek selîm û vîna kesan girînge. Di zewacê de ger vîna kesên ku dizewicin li ber çav neyên girtin wê dawiya wê zewacê têkçûn be.
Em pir dûr li çareseriya negerin, her kes dikare bibe hêza çareseriya pirsgirên welat an jî cavaka xwe. Berî her tiştî hişmendiya ku mêrê serdest bi civakê û jinan daye bawer kirin ku dema jinek li ser temenê 16-17 salî ket û nezewicî be wê di malde bimîne pêwîste ku mirov vê hişmendiya xelet û bi tehlûke di civakê de bide guherîn. Ji bo ev pirsgirêk di civakan de were çareser kirin berî her kesî û her tiştî girînge ku jin ji hêza xwe ya cewherî bi bawer be. Hişmendî ya mêr wisan kiriye ku jin ji hebûn û bedena xwe fedî bike, bi civakê dane bawerkirin ku ger jin di bin parastina mêran de nebe wê nikaribe bijî. Yê ku nahêle jin bi hêza xwe bijî gelo kî ye?
Dema ku tu ji kesekî re 40 caran bêjî tu dîn î. Bêgûman wê ew jî bawer bike ku dîn e. Di civaka me de ev 5’hezar sale ku ji jinan re gotine tu nikarî, nezanî, bê hêzî û mecbûrî ku di bin parastina mêrekî de bî. Ma gelo dema ku te zayendek bi van xalan da bawerkirin gengaze ku bikaribe bi hebûn û zayenda xwe bawer be. Ji ber ku di civakan de di hemû deman de ji jinan re gotine tu nikarî û nizanî jinan jî wisan bawer kiriye ku nikare û nizane ji ber wê mêran gelek caran weke xwestiye destihladariya xwe li ser civakê dane meşandin. Ger di civakê de zayenda jin weke mirov bi hati bûya hesab wê tû caran jin nehat bûna firotin. Navê firotina jinê xemilandine da ku jin bixwe jî jê aciz nebin, kirine qelen, next an jî li hinek deveran kirine perê heqê şîrê dayîkê ma gelo dayîk şîr nade kurê xwe jî? Lê tenê di civakan de jin tên firotin. Ji xwe hişmediya ku mirovan bifroşin bi her awayî xelete û ne li gorî ehlaqe. Zewac ne tiştek şaşe, lêbelê zewaca di temenê biçûk de, kirîn û firotina mirovan şaşe. Zewaca temenê biçûk hem di wateya biyolojîk û hem jî ji bo avakirina malbatek bi tendurist xetere. Li gorî we zarokek wê bikaribe zarokan perwerde bike? Dema ku tu kesekî di temenek biçûk de bizewicînî piştî ku bû kesek ciwan yanî bû 18-19 salî wê lêgerînên wan cûda bin. Ji ber zewaca temenê biçûk pirsgirêkên hev dû berdanê jî di nava civaka me de zêde ne. Dema ku dayîk û bav hevdû cûda dibin bêgûman jiyana zaorakan jî ser û binê hev dibe û derûniya zarokan jî pê re xirab dibe.
Binevş SARYA