Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hozan Fadilê Cizîrî

28/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend Lîstokên  Kurdan
Share on FacebookShare on Twitter

Guleke din jî ji nava baxê gulistana strana Kurdî çilmisî. Stêrkeke din a pirr geş vemirî ji nav stêran. Bilbilekî din jî bi kul û derdê gulê ve bû rêwingiyê riya bêveger. Dengbêj û hozanê mezin Fadilê Cizîrî di 25.07.2018 an de, bi kul û derdên xwe yên bê derman çû li ser dilovaniya xwe. Ez bawer dikim heçî guhdariya dengê Hozan Fadil kiribe, ew bûye heyranê dengê wî. Heçî di sihbeta wî de rûniştibe û şehdebîniya dengbêjiya wîkiribe bûye evîndarê deng û dengbêjiya wî. Ew evîndarê dengbêjiyê bû. Ew hostayê dengbêjiyê bî. Dema ewî destê xwe dibir li ber guhê xwe û stran digot, ne ew jê têr dibû, ne ji guhdarvan ji deng û stranên wî têr dibîn. Ewî ji bo kelepora strana Kurdî ji salên 1980 an ve dest bi qeyd kirina dengbêjiya xwe kiriye. Wê demê Zekî Demîr li Cizîra Botan karê firotina bandên denga dike. Ya rast ew ne tenê difiroşe, ew bi xwe kesekî evîndarê strana Kurdî ye. Gelik dengbêjên herêma Botan tên li cem wî û ew dengê wan qeyd dike. Yek ji van dengbêjan ji hozanê nemir Fadil e. Li gor kek Zekî dibêje ew banda Fadil ya yekem di 1983 yan ji 1984 ê de tomar dike. Ji beriya Fadil, dengê birayê wî ji tomar dike. Lê dengê Fadil û hostahiya wî dengbêjên herêmê di bin siya xwe de dihêle. Li gor hozanê me digot, ew ji diya xwe elimiye stranan û dengbêjiya wî ji bi saya serê diya wî ye. Banda wî ya herî jê tê hezkirin di 20.02.1988 an de bi navê “hejmara 3” yan dîsa ji aliyê Zekî ve tê tomarkirin. Ewî gelik ji “payîzokan” dikir. Ewî her tim payîzok û stranên eşqê digotin. Di bandên xwe de ji piranî payîzokan dibêje. Stranên Heyran, Mihemed Beg, Yexmîr Axa, Xeco, Seydiko, Aso, Sewdaliyê, Hey Limin, Sahîno, Hesamê Axê, Hosta Hene, Yarê… dibêje. Carna ji lawik û stranên şera digotin bes kêm. Hozan Fadil gelik hij kewan û kewgîrvaniyê, seyd û nêçîrê ji dikir. Ewî di salên ciwaniya xwe de gelik kewgîrvanî ji kiriye û li herêma botan geraye. Li gelik kûçke û dîwanxana de dengbêjî kiriye. Demekê debara xwe bi firotina misk û ember, bandên dengbêjiyê bi seyarî kiriye. Piştî salên 1990 an de, dikeve bajarvaniya Cizîrê de û heya teqawît dibe li wir de dixebite.
Hozan Fadil bi gelik dengbêjan re ji dengbêjî kiriye, wan bi hevre gelik bêlîte, lawik û payîzok gotine. Ewî pirr ji civatên dengbêjan hez dikir, weke kewê ribat her tim dixwirî. Ew derketiye bernamên gelik televizyonan ji û wî stran gotine. Lê mixabin di nava van deh salên dawî de nexweşiyek giran (parkinson) girt û nekarî baş tedawî bibe. Ji ber wê her kû diçû nexweşiya wî lê pîr bû û çare jê nekir. Di nava salekê de kurek yê wî di qezayê de û yek ji di qedexa Cizîrê de jiyana xwe ji dest didin. Evê ji nexweşî û êşa wî mezintir dike. Raste mirin ne kurê kesêye Bilbilê Botan! Lê tu serwerê dengbêj û aşiqayî, tu bilbilê cihê botayî! Cihê te biheşt be! Te digot:
Belê gava wezê bi mirim min nebin nava ti miriyan
Hey belê tirbika min çêkin li serê çiyayek ji wanê bilind
Ay pêjberî wan her dû geliya
De bila li ser singê min evdalê xwidê bibe, sahiyana berê sibê re, terqîna şaxigê van nêriya
Evdala xirabo, mane wez pîr dibim ay dilê rezîl çima tu pîr nabî!

Sîpan ŞÎNDA

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.