Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îdlibê senaryoyên muhtemel

27/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Girê Sipî  pişta dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ şikest
Share on FacebookShare on Twitter

Guhertina demografîk pêk hat, herêm ji komên çete hatin valakirin û ew çete li gel dewleta Tirk ku axa Sûriyê dagirkiriye hatin bi cihkirin.

Bazariyên ku li Astana di navbera Rûsiya,Tirkiya û Îranê de hatin kirin gihiştine qonaxa dawî. Çav êdî li ser Idlibê ne.Dengeyên heyî niha li herêma Îdlibê re tevlîhev dibin, kî wê çawa û bi kê re li hev bike. Ger lihevkirin çêbibe wê kî zirarê bibîne?.

Dewleta Tirk ku pêşengiya bi hezaran Çete (ser çetetî) dike û ewqas hêjmar li gel xwe komkirine aliyeke.Îrana ku li ser Erdê pêşengiya şerê li herêmê bi rêjîmê re dike aliyekî din e.Û aliyê ku pêşengiya van bazariyan dike Rûsiya ye.

Sînaryoya muhtemel a yekê; ew e Rêjîm hêzên xwe li dora Idlibê kom dike û piştî Deraayê ew herêm di rojeva wê de ye. Ev yek bi dilê Îranê ye jî ger ku Rûsiya erê bike.

Hinceta Rûsiya bi êrişên ku li ser Baregeha Hemîmîm her demekê bi Deronan( balafiirên bê mirov) pêk tê heye û dikare bi organîzekirin êrişên mezintir hincetan ji bo xwe peyda bike û di vê de pispore jî.

Ger êrişek li ser Îdilibê pêk were  wê rewşa heyî bi taybet ya dewleta Tirk him li hûndir him jî li derve dijwartir bike. Ji ber hêjmarek pir zêde ya çeteyan û malbatên wan li wir komkirî ne. Wê ev çete di serî de wekî konemozê li ser serê dewleta Tirk  belav bibin.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji Ihtîmalek ewiha pir ditirse û ji niha ve li hev ketiye. gotinên R.Tayib Erdogan ên weke “ger êrîş pêk were wê Astana Xirab bibe û têk biçe, rewşa li herêmê li gorî me nameşe, vê rastiya ku dewleta Tirk pêre rûbirû ye radixe ber çavan.  Erdogan dibêje wê  Astana têk biçe ( ku ji xwe li holê nemaye jî) lê Li vir ji xwe Îran û Rûsiya armancên ji astana dixwastin pêk anîn û ji bo wan ne girînge ku têk biçe an jî bimîne . di vê rewşê de ya ku weke rebenan li kolalan bimîne dewleta Tirk e.

Sînaryoyek din jî heye; ew jî lihevkirine. Ger ev jî bibe wê kî bi kê re li hevbike?

Niha dewleta Tirk li vê herêmê serçetetiya çeteyan dike û mijara avakirina artêşeke bi pêşengiya Çeteyên El-Nûsra dixe rojevê .

Hêjmarek wiha zêde ya çeteyan ger ku bikin artêş, wê ji bo kê û li dijî kê be?

Ger ku ev yek dîsa bi qebûlkirina Rûsiya û bêdengiya hêzên navdewletî pêk were, ew  tê wateya erêkirina parçekirina Sûriyê û veqetandina beşek ji axa Sûriyê ji van çeteyên dewleta Tirk re.

Tenê parçekirin û veqedandina beşek ji axa Sûriyê ji bo çeteyan na, lê amadekirina van çeteyan ji bo êrişên nû pêk bînin û ev yek ji bo gelek aliyan bi xwe re xeteriyên teroreke weke DAIŞ’ê derdixin holê. Yanî avakirina DAIŞ’a nû bi navekî nû..

Di sêrî de Ev li ser herêmên di destê Rêjîm û Îranê de xeteriyeke pir mezin e û li dijî berjiwendiyên Rûsiya li Sûriyê ye. Latiqiya, Heleb û Tertûs ku baregeha Rûsiya li wire, wê ji êrişa vê artêşa Çeteyan bê par nemîne.

Ya herî dawî jî ger bi rêjîm û Rûsiya re lihevkirin bibe û Idlibê radestî wan bike wê berê van çeteyan bide kuderê û bi otobosên çi reng van çeteyan veguhezîne.

Dawiya dawî bela û tep li serê dewleta Tirke û li nava Tirkiyê  AKP têk diçe .

Mihemed SEYDÎ

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.