Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HDP êdî mûxalefeta sereke ye

26/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd çarenûsa xwe dinivîsin
Share on FacebookShare on Twitter

Biryardayîn, nîviya serkeftinê ye û diroka gelan jî vê yekê dide nişan. Di şert û mercên nû de HDP’ê jî biryara domandin, kûrkirin û dewlemendkirina têkoşînê da.
Rast e, rewşa Tirkiyê di hin waran de guheriye. Pergala nû xwe li ser qodên desthilatdariya serdest ji nû ve organîze kir. Li gel vê yekê em ê çi bikin? Biryara me çi ye? Ji bo bersivdayîna van pirsan HDP, ji roja piştî hilbijartinê heya niha niqaşên xwe meşandin. Ewil rewş û atmosfera heyî tespît kir. Lê êdî divê bigihîje merheleyek nû. Heya niha di civînên desteyên berpirsiyar de gelek biryarên girîng hatin dayîn. Biryara herî girîng û sereke ew e ku şert û merc çi dibin bila bin, tekoşîn bidome. Bi rê û rêbazên nû, bi biryarbûyenek mezin ev meş dê bigihije serkeftinê. Elbet gelên Tirkiyeyê bi deh salane meşa azadiyê dimeşinin. Em jî bi biryar in ku vê meşê bidomîn.
Aliyekî vê têkoşîna me jî parlamento ye. Di dema nû de fikarên mafdar ên wekî, “çi rola parlamentoyê maye” derdikevin holê. Sazûmanên pergala nû dixwazin parlamentoyê jî bikin bêdera xwe. Ya rast, parlamento her tişt nîne lê ji bo têkoşînê wekî qadek girîng dibinîn. Dixwestin ku HDP di parlamentoyê de cîh negire. Ji bo vê yekî serî li her dek û dolaban dan. Ji ber ku dizanin astengiya li pêşiya serdestiya wan ya herî mezin HDP ye. Her wiha di serdama nû de parlamenterên me bi piranî guherîn, gelek hevalê me nû ne. Lewma civîna me ya Wanê ku me bi koma partiyê re li dar xist girîng bû. Him di civina me de û him jî di vê dema kurt a ku parlamento xebitî de jî derket holê ku parlamento ne qadekî em terkediyarê AKP û hevkarên wan bikin. Her wiha li parlamentoyê girîngî û pêwistiya HDP di çend rojê mesaiya parlamentoyê bi aweyek eşkere diyarbû. Di serdama nû de destkeftiya herî mezin ya gelên Tirkiyeyê, serkeftina HDP’ê û temsiliyeta wî ya meclise ye. HDP êdî muxalefeta sereke, denge gelan û cihê parastina mafên hemû beşên civakê ye. Di civîna Wanê de bi biryarûnek mezin hebû. Her parlementerek dizane ku barê wî/ê girane û li gor vê yekê tevdigere. Daxwaza domandina vê têkoşînê ji bo koma HDP li pêş e. Bi motivasyona vê yeke hewl dide. Li gor vê yekê jî me nexşeriya xwe ya dema nû diyar kir. Hin biryarên sereke derketin holê. Li gor vê yekê:Koma me di vê demê de dê li hemberê pergala zordest muxalefetekî bi bandor bike. Em bi hêza xwe dizanin û ew jî bi hêza me dizanin. Ji me ditirsin. Tenê di hevditina pêşnûmeya dawî de jî derket holê li hemberê îktidar û hevkarên wî tehê HDP muxalefetê dike. Ji ber ku nikarin di warê fikr û raman de bi me re bikevin pêşbaziyê dest bi êrişan dikin. Em xebatên xwe tenê bi parlamentoyê sînordar nakin. Ji îro pê de hemû parlamenterê me dê li qadan bin, bi gel re bin. Armanca me ewe kû em hêza xwe ya parlamentoyê û hêza gel bikin yek. Dem dema tirsê, paşvemayinê û fikaran nîne, niha divê maf û azadiyên ku ji me hatine dizîn em ji nû ve bi dest bixin. Têkoşîn tenê bi xebatên parlamentoyê naçin ser, hêvî û bendewariya me ji gelê me heye û di vê warê de jî dilê rihetin. Dizanin ku gelê me ji bo azadiya xwe di her merheleyê de amede ye. Emê wekî pêvajoya hilbijartinê bi qampanyayê hîn xurtir vê xebata xwe bidomîn in. Ya sêyemin emê her roj, her saet xwe bi rêxistin bikin. Herî hindik divê em bi qasê dijberê xwe bi rêxistin bibin. Hemû xebatê me dê li ser vê esasê bimeşe.

Tayîp TEMEL

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.