Rojnameya Ronahî

Azadiya Rêber Apo wê bi pêşengiya jinan pêk were

Birûc Resûl/Qamişlo

Hunermend Nisrîn Botan diyar kir ku berxwedana gel her tim berdewam e û hêviya azadiyê roj bi roj mezin dibe û got: Hêviya me ew e ku bi pêşengiya jinên hunermend û giştî jinên azadîxwaz, azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd û herêmê pêkwere.

Dewleta Tirk ji 4’ê Cotmehê ve êrişî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li dijî herêmê balafirên şer, balafirên bêmirov, top û çekên giran pêk tîne. Herwiha di van êrişan de binesaziya herêmê armanc digre. Di êrişên ku îstasyonên santralên elektrîkê, av, gaz û petrol tên hedefgirtin. Armanca êrişên dagirkeriyê têkbirina îradeya gelên herêmê û dagirkirina tevahiya herêmê ye. Tevî ku êrîşên ser sivîl û binesaziya herêmê sûcekî dijmiroviye jî, lê tevahî rêxistin û saziyên navneteweyî çavê xwe jê girtin û ji bo berjewendiyên xwe tu helwst nîşan nedan.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziya herêmê, Hunermend Nisîn Botan ji rojnameya me re axivî.

Nisrîn Botan diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşketiye û gel di nav de maf, ziman, çand û dîroka xwe diparêzin û wiha got: “Dewleta Tirk ji dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve êrişên xwe li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestandiye, bi êrişên hewayî û bejahî hem sivîlan hem jî binesaziya herêmê dike hedef. Di sîstema Rêveberiya Xweser de hemû pêkhate bi netewbûn, ziman, çand û dîroka xwe mafdar in. Li vir yek ziman, yek al û netew tune ye demokrasî û azadî serwer e. Avakirina yekîtiya Kurd, Ereb, Aşûrî, Tirkmen, Çerkez û hemû netewên li herêmê dijîn. Herwiha êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dike, hemû ji bo têkbirina vê hevgirtinê ye.”

‘Binesaziya herêmê dike armanc’

Nisrîn di berdewamiya axaftina xwe de xuyakirin ku êrişên dewleta Tirk ku li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyê dide meşandin li ber çavên hemû cîhane tên kirin û wiha got:”Her kes dişopîne û li ber çavên dewletên navnetewî, dewleta Tirk a dagirker bi hovane êrişên xwe li ser bakur û rojhilatê suriyê dide maşandin. Êrîşên dewleta Tirk ne cara yekemîn e, dema ku DAIŞ bi berxwedana gelê heremê hat tunekirin êrişên dagirkeriyê hîn zêdetir bûn. Bi êrişên xwe yên hovane û dijmirovî binesaziya herêmên bakur û rojhilatê Suriyê dike hedef. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bi ser neket, bi taybet ev êrişên ku li Dêrezorê rûdan, dewleta Tirk rûyê xwe yê rast eşkere kir û xwest sîstema Rêveberiya Xweser ji holê rake.”

‘Saziyên Navnetewî li hemberî van êrişên hovane bê dengin’

Nisrîn diyar kir ku li gorî zagonên cîhanê ev kiryarên dewleta Tirk sûceke dejmirovî ne û wiha got:”Li gorî zagonên cîhanî yên Rêxistinên Mafên Mirovan, tu dewletên navnetewî dengê xwe nekir. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir rehet êrişên xwe yên dejmirovî pêk tîne. Herwiha şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî tevahî sîstemên hegomonîk û zihniyeta dagirker e. Ev demeke êrişên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêdetir û dijwartir bûne, Ji ber vê yekê, li ber çavên cîhanê dewleta Tirk di bin navê şerê terorê de êrişê Rojava dike û sivîlan dike hedef. Lê mixabin saziyên Navnetewî li hember vê hovîtiyê bêdeng in, bêdengî jî tê watya destekdayîna van êrişan.”

‘Êrişên dagirkerê armanca wê koçberkirina gel e’

Nisrîn Botan wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve binesaziyê, mirov, kevir û xwezayê dike hedef. Dewleta tirk bi van êrişan dixwaze pêla koçberiyek nû bike. Ji bo binesaziya ku bi destê gel hatiye avakirin û xizmeta gel dike, dagirkerî ji bona ku gel bê zarbibe êrişî wan kir û ji xizmetê derxsitin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel xwe bi xwe bi rêve dibe û ev gaveke giringe û ezmûneke serkeftiye û destkeftiyên heyî bi rêya vê yekê têne parastin. Ji ber vê yekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 4`ê Cotimhê de pêk tê, piranî li ser cihên xizmetê bû. Di heman demê de li kêleka wê jî dixwaze bi van êrîşan tirsê çêbike ku gel êdî di van saziyan de kar neke. Herweha careke din dagirkerî dixwaze pêleke din ya koçberiyê çêbike. Dewleta tirk her dem êriş dike, ew êriş vala derdikevim, loma dixwaze her êriş bike ji bo gel bê hêvî bibe û rê li ber koçberiya nû veke û vîna gel bişkîne.”

‘Berxwedana gel wê her tim berdewam bike’

Hunermend Nisîn Botan di dawiya axafina xwe de helwesta gel li dijî êrîşên dewleta tirk wiha nirxand: “Wê helwesta gel her hebe, heta dagirkerî ji xaka me derkeve. Çalakî û xwepêşandanên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin nîşan didin ku êdî tehemula dagirkeran ji hêz û vîna gel re nemaye. Xaka me rastî guhertina demografîk tê, zeviyên me tên dagirkirin êdî ev dagirkeriya ku çêdibe li derveyî mafên mirovan û exlaqê mirovahiyê ye. Loma wê berxwedana gel her tim berdewam bike û wê hêviya xwe her dem mezin bikin. Hêviya me zêdetir bi rêxistinbûna jin, jinên ku di nava şoreşê de û pêşengiya şoreşê kirine her bilind bibe. Hêviya me ew e ku bi pêşengiya jinên hunermend û giştî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, azadiya Rêber  Apo û herêmê bi dest pêkbînin.”