Rojnameya Ronahî

Dagirkeriya Tirk berhemên gel yên zeytonan talan dike

Kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê di hundirê Efrînê de ev 6 salin guhartina demografîk û talankirina sererd û binerdê Efrînê dike. Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Mihemed Ebdo diyar kir ku bi hatina demsala Zeytûnan re dagirkeriya Tirkiyê zeyt û zeytûnan welatiyên Efrînê didze û talan dike.

Vîndar Roj/ Şehba

Bajarê Efrînê yê ku bi aramî, aîştî û xwezaya xwe ya bedew dihat naskirin. Di destên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de bûye herêmeke talan, dizî, kuştin, revandin û wêrankirî ku kes nikare têde bi aramî bijî. Bê guman ev yek bi dagirkirina Efrînê di 18’ê Adara 2018 an de hat destpêkirin. Artêşa Tirkiyê çeteyên xwe berdan nava herêmê û êdî dest bi hemû cûreyên talanê kirin û guhartina demografîk hate pêkanîn. Gelê resen ji hemû mafê xwe mehrûm man û di parastina nirxên bav û kalan de bê zar man. Efrîna ku bixwezaya xwe ya ku parçeyek ji buhiştê bû û bi dar û berên xwe mîna zeytûn û gelek fêkiyên din jî dihate naskirin. Ji ber vê yekê çeteyan beriya her tiştî dest avêtin xwezaya wê û  birîn, qutkirin û talan kirin. Herwiha faşîzma Tirkiyê darên hemwelatiyan bi tamamî rakirin û derbasî tirkiyê kirin.

Ev yek bi serê xwe sûceke ku hemû pîvan û rêgezên mirovî derbas dike. Îsal careke din dagirkerî û komên çeteyan bi hatina demsala rakirina berhemên zeytûnan dest bi siyaseta xwe ya qirêj kirine, weke her sal di mûsimê de berhemên zeytûnên welatiyan talan dikin. Di encamê de bi darê zorê ji %80 berhemên welatiyan desteser dikin. Têkildarî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan di Efrînê de berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriye Mihemed Ebdo ji rojnameya me re axivî.

‘Li Efrînê kiryarên dagirkeriyê roj bi roj zêde dibin’

Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dagirkeriyê di Efrînê de û wiha got: “Di hundir Efrînê de ev 6 salên ku kêlî bi kêlî kiryarên dagirkeriyê li ser welatiyên Efrînê û li ber çavê cîhanê têne meşandin. Ji ber ku Efrîn û gelê Efrînê bi zeyt û zeytûnên xwe tê naskirin. Bi taybet jî her sal di demsala zeytûnan de hovîtî û siyaseta bi armanca diziyê û talanê zêdetir dibe. Her ku wexta komkirina berhemên zeytûnan tê, dagirkiriya Tirkiyê zagon û qanûnên nû derdixin û li ser gel bi zorê ferz dikin, da ku rêjeya herî zêde ji berheman bikeve destên çeteyan.

‘Berhemên hemwelatiyan desteser dikin û baceyan ferz dikin’

Mihemed kiryarên ku ji aliyê dagirkerî û çeteyan ve tên kirin di demsala îsal a zeytûnan de wiha anî ziman: “siyasta dagirkeriyê her dem û wext li ser hemwelatiyan li gorî berjewendiyên wan tê guhartin. Di sala 2023 an û bi hatina demsala komkirina zeytûnan de, polîtîkeyên nû derxistine. Hemwelatiyên ku bi darê zorê ji Efrînê derketine hemû dar û zeviyên wan hatine desteser kirin. Li her dareke zeytûnê bace ji 20 heyanî 40 dolarî ferz kirine û belgeyên resmî ji xizmên wan dixwazin. Herwiha li ser gelê wir dimîne bi giştî ji %20 divê bê dayîn û li kêlek vê her 100 darê zeytûnê divê 50 dolar were dayîn. Hêjayî gotinê ye ku li navçeya Şiyê 285 darên zeytûnê yê hemwelatiyan hatine birîn. Dagirkeriya Tirkiyê bi van polîtîkeyan berhemên hemwelatiyan ji nîvî zêdetir didzin û talan dikin.”

‘Li Efrînê dizî û tlan bi rengekî fermî tê kirin’

Mihemed diyar kir ku çete bi darê zorê gel mecbûr dikin ku zeytûnên xwe bibin mekbezên çeteyan û wiha domand: ” Komên çeteyan biryar derxistine ku beriya 1-11- 2023 yan wê masere (Mekbez) neyên vekirin. Rûxmî ku divê zeytûn ji daran bên jêkirin. Lê belê mekbezên ku di destê çeteyan de bi temamê hatine vekirin û gel neçar dikin ku berhemên zeytûnan derbasî gel wan bikin, da ku li gor xwe diziya zeyta hemwelatiyan bikin. Herweha welatiyan mecbûr dikin ku tenekên vale jî ji cem çeteyan û bi buhayekî zêde bikrin. Îsal ev weke polîtîkeyeke nû ya diziyê hatiye destpêkirin.”

‘Darê welatiyên Efrînê jî têne birîn û talan kirin’

Mihemed anî ziman ku darên zeytûnan tên qutkirin û tîcaret pê tê kirin û wiha got: “Di nava her kom û fesîleyê de ofîsa aborî hatiye avakirin. Bi riya van ofîsan serjimariya daran di herêmê de werdigirin. Armanca van ofîsan ew e ku bizanibin çiqas darên hemwelatiyên Efrînê hene da ku dizî û birîna daran bikin. Ewlehiya Siyasî li ser riya Efrînê darên zeytûnan dibire û derbasî Îdlibê dike. Her wiha hemwelatiyên ku ji Efrînê koçber bûne darên wan bi temamî tên qut kirin. Ev yek jî weke rêbazeke tîcaretê bikar tînin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev binpêkirin û polîtîke bi mabesta di nava gel de tirs avakirin û rêjeya gelê resen di Efrînê de kêm bibe tên kirin. Herî dawî Feyleq El Şam li gundewarên Meydana ku gel zeytûnên xwe kom dikin, gule li ser wan de barandin da ku gel neçe û zeytûnên xwe kom neke.

Li gorî bîlancoya ku Rêxistina Mafê Mirovan belge kirine ya sala 2023 an. Zêdetirî 16 hezar dar hatine qutkirin û zêdetirî 1000 darî jî hatine birîn. Herwiha zêdetirî 100 hêktarî hatiye şewtandin.