Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê huner xwe ji nûve rêxistin bike

26/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çand û Huner Neynika Cîvakê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Her çiqasî bi sînorên tûj em nikaribin hunerê beş bi beş cuda bikin jî, lê huner di nava xwe de li gor armanc û daxwazên civak û li gor îdeolojiya afrînêriya xwe gelek cuda ye.
Mînak, muzîka ji bo kêf û serxweşiyê heye û armanca vê muzîkê kefxweşî dayîne, kes nikare bi vê muzîkê jan û êşa mirov jî bîne ziman. Ger yek wusa bêje û bi vê şêwazê stranek bistirîne, wê demê şaşiyek gelek mezin dertê holê.
Muzîk heye tenê ji bo kû êş û jana dilê mirov bête ziman tê hûnandin û ger stran çêkerekê be na, ezê bi vê tarza muzîkê, hestên dil sotîne û rîtmek govendê pêkbînim, ew dem jî arabeska qirêj dertê holê.
Muzîk heye weke pêlên behrê û çemane û êşa veqetinê, jana evînê, bendewariya dildarên dilan tîne ziman û divê stran çêker dema stranekî bihûne, divê vê rastiya xweza ku daye van awazê bi vê rengê, li ber çavan bigre, an na wê şorbeşîrek gemar derkeve holê.
Bi kurtayi ev tarz û stilên di xwezayiya muzîkê de heyî û divê stran çêker, hunermend, stranbêj vê rastiyê tim û dayîm di bîrya xwe de biparêze û ji bîrneke.
Dema me li gor van zagonên muzîkê û bi xwezayîya hunerê huner afirand, bawer bikin wê bandor û xweşikbûna hunerê di asta herî bilind de be.
Niha em rastiya stranên ku di qada şoreşa me de û bi navê şoreşgeriyê tên strandin binêrin, ji wan sedî deh ancax em dikarin bêjin li gor xweza û zagonên muzîkê hatine hûnandin.
Stranbêj deh, bist an sih sale di nava şoreşê de ye, an li kêleka şoreşê an jî li qada şer de li pêşe, lê mixabin ji vê rastiya huner û xweza muzîkê gelek dûre.
Sedema vê ya herî mezin siyaseta rojane ku tê meşandin li vêya derî vedike. Sedema duyem, ew kesên kû xwe wek stranbej, heta bi cesaretek mezin navê xwe kiriye hunermend haya wî-wê ji hunerê tune û di nava cahiltiya mezinde hunerê qirêj dike.
Ji bo kû em ji vê qirejî û ne rast hûnandina stranan xilasbin, ji kerema xwe van peşniyaran ji bo civaka paqiş hinek be jî li ber çavanre derbasbikin.

1. Zarokên me ji arabesk û stranên gire girên şer dûr bihêlin.
2. Stranên dewet, govend, listikê nexin nav stranê şoreşgerî û gotinên şoreşgerî bi van stranên govendê nebêjin..Lava rica nekin ji bo xilasiya civakê nekin.
3. Ji bo şehîdan stranên govendê bi helbestên dilsot nebêjin û nedin gotin.
4. Evindariya xwe nekin stranên şoreşger, lê her kes dibe evindar û tu şerma gotina stranên evîndarî nîne…
5. Ger hûn bi hestê Kurdî û bi evîna kurdewar û bi tarzê govenda kurdan dixwazin stran bistêrin, wê demê rîtmê Ereb, Ecem û Romê bikar neynin, lava rica me ev e… Hê gelek tiştên din jî heye bila bimîne carek din silav û rêz.

Rotînda YETKÎNER

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.