Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Hewlêrê 3 êrîşkar hatin kuştin

24/07/2018
in NÛÇE
A A
Li Hewlêrê 3 êrîşkar hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê, li dijî avahiya walîtiyê êrîş hate kirin. Hate ragihandin ku 3 kesên êrîş birin ser avahiyê hatine kuştin.
Li Hewlêrê roja 23’ê mehê danê sibehê saet 07:45’an, sê kesên nenas ên bi çek ketin hundirê avahiya walîtiyê. Li gorî rayedarên walîtiyê, êrîşkaran li ber deriyê avahiyê polîsek birîndar kirine.
Alîkarê walî Tahir Abdullah diyar kir ku kesên çekdar saet 07:45’an hatine ber avahiya walîtiyê û gule li endamên ewlekariyê reşandine. Abdullah got, “Ketin hundirê avahiyê û piştre derketin qatê sêyemîn.
Tedbîrên berfireh ên ewlekariyê li dora avahiyê hatin girtin û bi saetan dengê çekan ji avahiyê hat. Çavkaniyên herêmî gotin, kesekî dîlgirtî hatiye rizgarkirin. Destpêkê hate ragihandin ku du êrîşkar hatine kuştin. Saet derdora 12’an jî hate ragihandin ku êrîşkarê sêyemîn jî hatiye kuştin.
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî civîneke çapemeniyê li dar xist û got, “Di êrîşê de karmendekî jiyana xwe ji dest da.”
Şer nêzî çar saetan dewam kir. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), duyemîn payebilindê Midûriyeta Emniyetê Ferhad Mûhammed got, “Operasyon piştî ku sê êrîşkar hatin bêtesîrkirin, qediya.”
Mûhammed diyar kir ku gelek personelên ewlekariyê birîndar bûne, lê agahiyên berfireh neda.
Yekîneya Antî Teror a Hewlêrê ya girêdayî Konseya Ewlehiyê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da û ragihand ku hersê êrîşkar welatiyên Hewlêrê ne.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Hersê êrîşkar jî welatiyên Hewlêrê ne. Hate tespîtkirin ku hersê êrîşkar jî li hewlêrê xwendevanên amadeyî ne.”
Navên êrîşkaran wiha ne; “Rêhel Mihemed Rostem Mûsa sala 2002’an li Hewlêrê jidayikûye, Bîlal Silêman Ebdûlrrehman Ehmed sala 2000’an ji dayikbûye û Ebdûlrehman Rehîm Qadir Hûsên sala 2002’an li Hewlêrê jidayikbûye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.