Rojnameya Ronahî

Çand nasnameya gelan e

Her herêmek bi çanda xwe ya resen tê naskirin û weke nasnameya civakê tê destgirtin. Gelê herêma Şehbayê jî çanda xwe ya resen parastine. Hevserokê desteya Çand û Hunerê ya herêma Şehba û Efrînê Mihemed Wês destnîşan kir ku bi tevlîbûna me ji nava Rêveberiya Xweser re me karî çanda xwe ji derdor re pêşkêş bikin.

Zana Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê di aliyê cografî de li aliyê Başûrê Bajarê Helebê dikeve û weke gundewarên Bajarê Helebê tê naskirin. Herêma Şehbayê piştî aloziya Sûriyê di 2011 an de dest pê kir. Weke herêmeke ji Sûriyê rastî gelek êrîş û talan kirinan hat. DAIŞ û komên çeteyan yên opozisyonê xwe tê de birêxistin kirin û demeke dirêj bibû navenda şerê di navbera artêşa Sûriyê û komên çeteyan de. Gelê resen yên herêmê rastî gelek sûc û binpêkirinan hatin. Jinên wan hatin revandin, kuştin, talankirin, binpêkirinên dij mirovî li ser wan hatin meşandin. Herî dawî herêma Şehbayê ji aliyê hêzên YPG, YPJ ê ve hat rizgar kirin. Hêjayî bîranînê ye ku di Şehbayê de gelek pêkhate bi hevdûre jiyan dikin, Ereb, Kurd û Turkmen bi çanda xwe weke netewekî jiyan dikin. Di vê mijarê de me xwest em bal bikşînin ser çand û hunera resen ya herêma Şehbayê. Têkildarî vê mijarê Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Şehba û Efrîn Mihemed Wês ji rojnameya me re axivî.

“Dewlet pişaftina çandê pêktîne”

Mihemed di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku avakirina dewletan re çanda gelan û pirbûna çandan ji holê hatin rakirin û hikumeta şamê jî ev yek pêk anî:”Çand nirxê gelan temsîl dike, li ser wan nirxan nifiş tên mezinkirin da ku çanda resen a civakê neyê pişaftin. Lê belê bi avakirina sîstema dewletan re destdirêjî li vê yekê hat kirin û xwestin her tiştî di bin navê yek netewê de bidin nîşandan. Sîstema dewletan li tavahî cîhanê pirbûna rengan ji ziman, çand, pêkhate û nasname ji holê rakirin, bi demê re piraniya çandan hatin helandin û li gor berjewendiyên xwe civak mezin kirin. Dewleta Sûriyê jî ji van siyasetan ne dûr e, bi avakirina dewleta Sûriyê re hemû çandên ku di Sûriyê de dihatin jiyan kirin xwestin bidin helandin û tenê yek ziman, yek Al, yek Nasname ferz bikin. Di encama van siyasetan de ew zengînbûna çandên heyî ji Ziman, guvend, Filklor, Kultûr û hwd bi awayekî veşartî ji bo parastina nirxên bav û kalan hatin jiyan kirin”.

“Herêma Şehbayê mûzayîka çanda ye”

Mihemed di axaftina xwe de xuya kirin ku rengê çanda Erebî li pêşe û wiha got: “Herêma Şehbayê bi hebûna gelek ziman, çandan û pêkhateyan tê naskirin. Ji kevin de di herêma Şehbayê de pêkhateya Kurd, Ereb û Turkmen tê de jiyan dikin. Lê belê pirbûna van pêkhateyan di bin yek rengî de ew jî rengê çanda Ereban de dihatin nas kirin û heyanî niha jî wisa ye. Gelek gundê Şehba Kurd û Turkmen in, her du Pêkhateyan jî heyanî astekê zimanê xwe yê resen parastine û di nava mal de bi Kurdî yan Tirkî diaxivin, lê belê di aliyê ku ev yek demdirêj bê parastin pir zêde nebû û zimanê Erebî weke zimanekî esasî hat destgirtin”.

“Çanda demukratîk bi Netewa Demukratîk pêkan e”

Mihemed anî ziman ku piştî 2017 an bi rizgarkirina herêmê ji komên çeteyan her tişt hat guhartin û wiha domand:”Piştî rizgar kirina herêma Şehbayê ji aliyê hêzên YPG û YPJ ê ve jiyanek bi rengekî nû hat afirandin. Bi taybet piştî avakirina saziyên Rêveberiya Xweser ji komîn, meclîs, komîte rengê demokrasiyê bi awayekî nû hat belav kirin û me pê re jiyan kir. Bê guman bi avakirina komîteyên çand û hunerê re. Heyacanek derkete holê ku ew şanda ku veşartî dihat jiyan kirin êdî bikeve piratîkê û ji bo civakê bê pêşkêş kirin. Bê guman mûzîk, sitran û govendên girêdayî çanda resen yê herêmê hene. Lê belê nedihatin bikaranîn. Li ser vî esasî bi avakirina sîstema Netewa Demokratîk di herêmê de bi rastî me karî ew çanda bav û kalan a ku hatibû tepisandin ji nû ve zindî bikin û pêşkêşî civakê bikin”.

“Ji 2017 an heyanî 2023 an de çalakiyên taybet yên hunerî girêdayî herêma Şehbayê hatin Orgenîze kirin, yek ji wan Mîhrîcana Mîtan a yekem, duyem û sêyem bû. Ev mîhrîcan dengvedaneke mezin li ser asta herêmê daye çêkirin û her sal bi fikirên afrînertir tê pêşxistin. Li kêlek wê komîteyên hunerî bi taybet jî ên girêdayî gelê Şehbayê hene û ciwanên herêmê xwe tê de birêxistin kirine”.

“Jinên Şehbayê sînorên sedsalî şikandin”

Mihemed diyar kir ku jinên Şehbayê yekemîn car derdikevin û cihê xwe di nava komên çandî de digirin û wiha got:”Jinên Şehbayê yên ku di bin navên olî û kevneşopiya civakê de nedibûn derkevin derve û bi hebûna xwe cihê xwe di nava sazî û xebatan de bigirin. Piştî 2017 an jinên Şehbayê yekemîn car derdikevin û di qadên siyasî, civakî, hunerî, dîplomasî û leşkerî de cih digirin, ev yek weke Şikandina tavahî sînorên civakî yên bi sed salan hatiye pênasekirin e. Jinên Şehbayê niha cihê xwe di komên çandî yên weke Govend, Stran û şanoyan de digirin. Ev gavên pîroz weke gavên dîrokî tên dîtin”.