Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gefên Trûmp ‘şerê psîkolojîk’ e

24/07/2018
in ROJEV
A A
Gefên Trûmp ‘şerê psîkolojîk’ e
Share on FacebookShare on Twitter

Generalekî Îranî diyar kir ku gefên Serokê DYA Donald Trûmp ên bi rêya Twîtterê dixwe, beşek ji ‘şerê psîkolojîk’ e.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, generalê Îranê Hûlam Huseyîn Heypûr got, “Daxuyaniyên Trûmp ên li dijî Îranê dide, beşek ji şerê psîkolojîk e. Di rewşeke wiha de nîne ku li dijî Îranê bikeve nava liv û tevgerê.”
Heypûr îdîa kir ku gel û hêzên çekdar ên Îranê wê li dijî ‘dijminan’ rabin ser piyan û armancên xwe bi ser bixînin.
Şîroveya generalê Îranî piştî daxuyaniya Serokê DYA Donald Trûmp a gef li Îranê dixwar, hate kirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp bi rêya Twîtterê ji Serokkomarê Îranê Rûhanî re mesajek bi tîpên mezin nivîsî.
Peyama Trûmp wiha ye: “Ji Serokkomarê Îranê Rûhanî re: CAREKE DIN QET GEFÊ LI DYA NEXWE, NAXWE TU YÊ ENCAMÊN KU BERÊ DI DÎROKÊ DE HATIYE SERÊ KÊM MIROVAN, BIBÎNE. EM ÊDÎ NE WELATEKÎ WELÊ NE KU XWE LI GOTINÊN WE YÊN LI SER ŞÎDET Û MIRINÊ RABIGIRIN. HAY JI XWE HEBE”
Rojek berê wê jî Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî daxuyaniyek dabû û ji Trûmp re gotibû, “Bi teriya şêr nelîzin.” Rûhanî gotibû, eger êrîş li Îranê were kirin ev yek wê bibe şerê herî giran.
Aloziya navbera DYA û Îranê, piştî ku Trûmp meha Gulanê biryar da ku ji peymana nukleerî vekişe, giran bû. Ewropiyan, Rûsya û Çînê ragihandin ku wê li gorî peymana nukleerî ya bi Îranê re tevbigerin ku sala 2015’an hatibû îmzekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.