Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe

24/07/2018
in ROJEV
A A
Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ya girîng ne meclîs e, têkoşîn e.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li gel parlamenterên HDP’ê li Wanê berê xwe dan Agiriyê.
Temellî anî ziman ku di bin şertê OHAL’ê de hilbijartina 24’ê Hezîranê bi her cûre dek û dolaban pêk hatiye û got: “Bi walî, qeymeqam, polîs û leşkerên xwe kampanyaya hilbijartinê bi rê ve birin. Bend danîn pêşiya me, lê me bi hev re hilweşand. Em ê li tax, kolan, kargeh û bajarên û li her deverê li dijî vê pergala OHAL’ê û faşîzmê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Temelî wiha dewam kir, “Em dengê gel in. Em ê li dijî faşîzmê vê têkoşînê bi hev re rêxistin bikin. Wekîlên me di navbera gel û parlamentoyê de pir in. Em ê li her deverê bi wekîlên xwe re rêxistinbûyînê bikin. Em ê li cem hemû mexdûrên vê pergalê cih bigirin û xebatên xwe yên rêxistinê bi rê ve bibin. Em ê ba hêzên demokrasiyê xebat û têkoşînê bikin. Em di rojên tarî de derbas dibin, ên vê parçe bikin jî em in. Em ê bi soza me daye cangoriyan û hêza me ji wan girtiye rêya xwe bidomînin.”
EV WELAT BER BI HILWEŞANDINÊ VE DIÇE
Temellî bal kişand ser krîza aborî ya di rojevê de ye û got: “Krîzên aborî, siyasî û civakî hemû bi hevre tên jiyîn. Ev desthilatdar, ji ber hêrsa di desthilatdariyê de bimîne, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Weke ku hemû kes jî dizane dijminantiya gelê Kurd bingeha krîzan ava dike. Dawî li şer û xizantiyê anîn di destê me de ye. Em ê bi hev re têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin û bi ser bikevin. Em ê di serdema nû de jî bi bilindkirina têkoşînê vê desthilatdariyê ji holê rabikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.