Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jîna Emînî çirûska azadiyê

27/08/2023
in CIVAK Û JIYAN
A A
Jîna Emînî çirûska azadiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî ji aliyê rêjîma Îranê ve, serhildana JIN JIYAN AZADÎ bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li tevahiya Îranê belav bû. Bi nêzîkbûna salvegera yekem ya serhildanê berxwedana jinan berdewam e.

Bûyera kuştina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de, di asta îranê  û navneteweyî de bû sedema dengvedanê, ku polîsên exlaqî ji ber negirtina desmalê bi awayekî rast ew kuştin û  îfadeyên hin jinên ku gel wê hatibûn binçavkirin,piştrastkirin ku Emînî piştî ku li hember heqaretê li ber xwe da ye restî lêdan û îşkenceyên ji aliyê endamên polîsên exlaqî ve hatiye. Heman jêderan tekez bi wê yekê jî kirin ku ew tûşî kirîza dil û mêjî bûye û  nûçeya mirina wê  di rewşên nepenî de ragihand, piştî du rojan ji girtina wê.

Derbarê salvegera yekem ya serhildana JIN JIYAN AZADÎ mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava ji rojnameya me re axivîn.

Jin Jiyan Azadî

Li Rojhilatê kurdistanê di bin silogana jin jiyan azadî de li ziqaqan gel, jin, mêr,xwendekar û ciwan bi giştî di bin vê silûganê de bûn destek û li hemberî desthilatdariyê derketin, vê serhildanê bingeha xwe ji mirina jineke bi navê Jîna Emînî ya ku li ser destê desthilatdariyê hat kuştin ji ber ku tayek  ji porê wê ji derveyî desmala wê derket bû, di derbarê vê yekê de xwendekara Zanîngeha Rojava Kînda kinan axivî û wiha got: “Em dikarin bêjin ku kuştina jinan ji kevnar de heye, ji ber ku hîn di dema berê de jî bûyerekî weke vê hebû jê re nêçîra pîr ebokan digotin, jinên zane û yên kêrhatî gava birîn derman dikirin ev nav lê dikirin û yekser ew dikuştin, ev tê  wateya ku zihniyeta bavik salariyê li dijî zihniyeta çanda dayîkê derdiket û herdem zilam dixwest bêhtir zihniyeta xwe li pêş bixe û xwe bibîne pêşengê civakê.”

 ‘Jîna Emînî  bû çirûska azadiya jinan’  

Kînda axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, bi giştî jin, ciwan, mêr hemû di vê serhildanê de bûn yek, ev serhildan ji bo me ciwan wek mûmekî bû û Jîna Emînî wek riyekî li pêşiya me vekir ku keçeke hewqasî bi cesaret bû  li hember desthilatdariyê sekinî, ev yek bû çirûskek li pêşiya ciwanên kurd, ev serhildan bi awayekî bê sînor hat belavkirin dengê wê li giştî cîhanê belav bû. Raste vê serhidanê salek li dû xwe hişt lê em dikarin bêjin ku di vê salê de gelek têkoşîn hat kirin li hemberî deshilatdariya îranê, piraniya kesê ku derdiket kolana û silogana jin jiyan azadî digotin xwendekar bûn, ji ber vê yekê piraniya wan ji zanîngehê dûrketin û rêjîmê gelek zirar gihand wan.”

Xwendekara Zanîngeha Rojava Kînda Kinan dawî li axaftina xwe anî û wiha got: “Em wek jinên ciwan dikarin destek bidin vê yekê, gava em tekoşînekî di hundirê xwe de xurt bikin, yan ku em wek jin bikaribin asta xwe ya zanistî û şoreşgerî li pêşbixin, da  ku di  sberojê de deng û banga xwe bighînin giştî cîhanê.”

Tundiya ku Li Ser Jîna Emînî hat kirin

Jîna Emînî rastî tundiyeke gelek dijwar hat û endamê rêjîma Îranê bi awayekî hovane lêdan, bi vê hovîtiyê jiyana xwe ji dest da, Mamosteya Zanîngeha Rojava ya bi navê Meyada Ebdî derbarê serhildanê de wiha got: “Qetilkirina Jîna Emînî bû sedema nerazîbûnê di nava gel de, li tevahiya cîhanê dirûşmeya Jin Jiyan Azadî serhildan rabû, ew jî wek bangewaziyekê bû ji  bo serhildana jinan, ji ber pergala bavik salariyê jî ya ku li hember jinan ku wan diçewisîne û tudiyên ecîb tîne serê jinê. Piştî ku gel rabû ser piya û banga azdiya jinê kirin û ev kiryara ku hat kirin li dijî wê derketin, ew azadiya ku di hundirê jinê de bi hezarê Sala hatibû çewisandin, her kes li dijî wê derket û li dijî rêjîma Îranê ya ku  bingeha xwe li ser  tunekirina jinan avakiribû û nedkarî pergala demiqratiyetê ava bikê, ev kiryar rihê jinan hişyar kir û dest bi qutkirin û şewitandina porê xwe kirin wek rengekî ji ne razîbûnê dan xuyanî kirin li tevahî cîhanê. Ev serhildan bû gavek mezin ji bo jinan, herwiha dengê jinan netenê li Rojhilatê Kurdistanê bilind bû, li her derî dan xuyanî kirin ku jin rastî tundiyê û kuştinê tên.”

Kuştina jinan di bin navê namûsê de

Meyada Ebdî da xuyanî kirin ku rojana jin di bin navê namûsê de tê kuştin, di sîstema baviksalariyê de gava jin û mêr bikevin şaşîtiyan kes nikare li hember zilam tiştekî bike lê jin tê ceza kirin û tunekirin, nabe ku jin bê deng bimînin û xwe ker û lal nekin,  ji bo kiriyarên wisa divê dengê xwe bighînin tevahî cîhanê.

Mamosteya Zanîngeha Rojava Meyada Ebdî dawî li axaftina xwe anî û wiha got: “Banga min ji bo cihên rêxistinê yê ku girêdayî mafê jinê ne, divê  piştgiriya jinê bike û yekîtiyeke xurt were avakirin da ku jin ji vê zor û zilmê xilas bibe û hêviya min ewe ku bi çavekî mirovî li jinê meyze bikin û  heger îro em ji bo mirina Jîna Emînî bêdng bimînin siba wê bi hezaran jin bê sûc were kuştin  û rêxistin ji bo van kiriyara were kirin da ku nemîne kelem di pêşiya jinê de.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.