Rojnameya Ronahî

HPG derbên giran li dagirkeran dide

Gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê, Colemêrg, Agirî û Wanê çalakî kirin û 7 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyan daxuyanî da. Hate gotin hêzên gerîla ‘’Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a ŞehHîd Pîroz û Şehîd Agirî’’ 21’ê Tîrmehê li dijî ‘artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine.
Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên hêzên gerîla wiha ne:
‘’Hêzên me saet 15.00’an li leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê xistin. Çalakî ji du baskan ve hate kirin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
Roja 21’ê Tîrmehê saet 17.00’an, hêzên me li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de li dijî yekîneyeke dijmin a li nêzî qereqola gundê Nezokê yê navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
Di çaçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 21’ê Tîrmehê saet 19:15’an li dijî qereqola Guzeldere ya li navçeya Elbak a Wanê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.”