Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qasî Tirk û Rûsan li Efrîn tawanbarin

23/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Qasî Tirk û Rûsan li Efrîn tawanbarin
Share on FacebookShare on Twitter

Di navbera dewletên li ser Sûriyê de hevdîtin û dialiyan de jî, lihevhatin didomin. Rûsya û Emerîka serkêşiya ev siyasetan dikin. Bi hatin ser desthilatiya Trump Emerîka dixwaze êdî ne wek siyaseta dema <Şerê Sar> tevbigere. Ev diheman demê de tê wateya wek tê gotin ne dostên berê êdî dostên ne dijmênên berê êdî dijminin. Ji bo wê jî her hêz ligora guhertina heye dixwaze xwe ji nûve bicih bike. Lê ev nayê wateya ev hêzan tiştên baş dikin, yan jî wê bikin. Jixwe heta niha yê dibin kurbana nakokî û lihevkirina wan hêzan dîsan gelên rebenin. Bitaybet diçend salên dawî de Rûsya wek hêzekî sereke li Sûriyê siyaset dike, him diguhertina demografiya heremê, him jî dikuştinên sivîlan de tewanên mezin kir.
Siyaseta Rûsya ya liser Sûriyê ye liser esasê bikaranînê ne. Sûriyê kiriye bazarek mezin ji bo berjewendiyê xwe yên cihanî pêkbîne. Jibo wê hemû rêbazan ji bo xwe rewa dibîne. Ger bixwaze dikare bihezaran bombe liser sivîlan dibarîne, ger bixwaze bihezaran mirovan cih û warê wan dike. Ev siyaseta kuştin û koçberkirinê jî, liser esasê çareseriyê dike. Lê ev çareseriya kêye? Mîsoger ne ya gelên rebene.
Rûsya dema bihêza xwe ya leşkerî derbasî Sûriyê bû, wiha hêzirdikir ku wê didemek kêm de encam bigre. Jixwe daxuyaniyên rayadarên Rûsan jî didestpêka ketina wan nava Sûriyê de jî, ev eşkere dikir. Lê ev nebû. Ji bo vê Rûsan li Sûriyê siyaseta xwe guhert. Siyasetek pirralî xist meriyetê. Despêkê dewletên li ser Sûriyê destek didin siyaseta leşkerî, bidijberê wan re tirsand. Ev siyaset him di dewleta Tirk ya dagirker de, him jî di Îsraîl de encam girt. Rûsya tirsa dewleta Tirk ya Kurdan pirr baş bikaranî, Tirkan kişand binsiyaseta xwe. Dîsan tirsa Îsraîl ya Îran jibo Îsraîl bikşîne nava siyaseta wek amûrek bikaranî. Ev siyaseta Rûsan yek civînên Astana bixwere anî û diencam de <Heremê Agirbestê> hatin tevgerkirin. Herêmên agirbestê ku ji başûrê Sûriyê, herêma Idlib, derdorî Şam, û başûrê bajarê Hema pêkdihat wek şêwazek şerê taybet kete meriyetê. Dewleta Rûs bivî şêwazî dewletên li ser Sûriyê siyaset dikirin û dixwestên ligora berjewendiyê wan desthilatî bidestbixin, bêbandorkir.
Rûsya ji dewleta Tirk re wek bertil Efrîn xist rojevê. Û ji Îsraîl jî got tu dikarî dinava Sûriyê li Îran bidî. Jixwe ev dewletan jî hinek jî bivê mebestê liser Sûriyê siyaset dikirin û alîkariya komên çeteyan dikirin. Ev siyaseta Rûsan encam girt. Û perçebûnek mezin xist nava komên çekdar û wan jihevxist. Didestpêkê li başûrê Hema û pişt re jî Xuta Şerqî ev du herêmên agirbestê ji destê komên çeteyan derxist. Wek hêvî jî Idlîb ji bo çeteyên li wan herêman asê mane destnîşankir. Di vê de rola dewleta Tirk ya dagirker serekebû. Herî herêma sêyemîn ya agirbestê başûrê Sûriyê bilihevhatin û tirsandina kuştinê jinavbir. Xuya bû ku Rûsan biarmanca jinavbirana komên çeteyan ev siyaseta herêmên agirbestê xistiye meriyetê. Niha yek heremekî agirbestê mayî ye, Ev jî Idlib e.
Ev siyaseta Rûsan ya koçberî, kuştin, talanê zêdekir, bitaybet liser gelên Efrînê pêktê, nejêpar e. Di dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Efrînê ku bi sedan ciwanên Kurd û Ereb jiyana xwe jidestdan, bi sedan sivîl hatin qetilkirin, di vê de qasî rola dewleta Tirk, rola Rûsan jî serekeye. Ev çar mehên dagikeriya dewleta Tirk ya ser Efrîn de rojane kuştin, tecavûz, îşkence, talana heye beşek ji tewambarê ev sûcan dewleta Rûs e. Rûs aktorê sereke yê guhertina demografîk ya li ser Sûriyê ne diheman demê. Îro ger bi deh hezaran kes ji Deraa, Şam, Hema, Himûs, Heleb bi zorê hatine Iblib û Efrîn, ew jî encamê siyaseta Rûsan e. Rûsya ger bixwaze pêşerojek aram ji bo Sûriyê tevger bike, dibe destpêkê jiber siyaseta xwe ya li Efrînê û encamê wê lêborînê ji Kurdan re bixwaze. Ya na wê di dîrokê wek şirîkê komkujiyên li Efrînê be.

Ezîz KOYLUOGLU

Post Views: 70
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.