Rojnameya Ronahî

Koma Çiyayê Kurmênc Parastina çanda resen e

Govendên Kurdî yek ji nirxên herî pîroz yên çanda Kurda ye, ev govend dîrokê di nava xwe de dihewîne û diparêze. Herêma Efrînê bi kal û pîrên xwe çanda govandên Efrînê vedibêjin. Berpirsê Koma Çiyayê Kurmênc Sadet Mihemed anî ziman ku erka wan parastina çanda Kurdî Ji qirkirinê ye.

Esme Mistefa/ Şehba

Parastina çandê ji windakirinê erkekî pîroze, bi taybet ji bo gelê Kurd yê ku di her kêliyê de rastî êrîşên qirkirinê tê,  barê wan girantire û li gorî rastiya gelê Kurd tevgerandin pêwîste. Ji bo ragihandina çanda resen ya Kurdî ji nifşên pêşerojê re divê parastina çanda gelerî ya Kurdewariya resen ku pîr û kalên me jiyan kirine û heyanê vê rojê anîne bi giranî were parastin û rê ji windakirinê re neyê vekirin.

Çanda Govendê ya herêma Efrînê di roja îro de bi riya kal û pîrên temen mezin bi riya komên kevneşop tên parastin. Li Kurdistanê û di serdema nûjen de yekemîn car e mirovên temen mezin derdikevin ser sehna û govendên ku bi demê re hatine winda kirin, pêşkêş dikin. Zêdtirî 50 govendên Efrînî hene ku hinek ji wan bi demê re hatine windakirin, ev komên kevneşopî hewildana parastina nirxên mayî bikin.

Têkildarî çanda govendên herêma Efrînê û avakirina komên kevneşopî yên ku parastina çanda resen dikin, hevserokê Komîna Govendê ya herêma Efrînê Mihemed Da’ûd û hevseroka Koma Çiyayê Kurmênc ya  Kevneçopî Sadet Mihemed ji rojnameya me re axivîn.

Govendên Herêma Efrînê

Mihemed Da’ûd  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka govendên Efrînê  û wiha got: “Di herêma Efrînê de di salên 1956 heyanî 1958 komên destpêkê yên govendê hatine avakirin. Destpêkê 2 komên govendê hatin avakirin,  yek li navçeya Şera Gundê Qitmê û ya din jî li navçeya Şiyê li gundê Qemîliq hatin avakirin. Heyanî salên 1970’yî  bi van 2 koman li Helebê û li Efrînê hate berdewam kirin, piştire hejmara koman mezintir bû.”

Mihemed da xuyakirin ku bi demê re hinek govend hatine windakirin û wiha domand: “Di nava çanda Efrînê de hatiye behskirin ku zêdetirî 50 govendên Efrînî hene, lê belê gelek ji wan hatine helandin, di roja îro de zêdetirî 25 govendî hatine tesbîtkirin û em li ser wan kar dikin. Her wiha ji bo govendên ku hatine windakirin em lêkolînên berfireh dikin.”

Li hemberî qedexeyan berxwedana çanda kurdî

Mihemed da zanîn ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve komên Kurdan dihatin sekinandin, li pêşiya çanda Kurdî astengî  dihatin derexistin û wiha got: “Bi avakirina partiyan re di Sûriyê de komên govendên Efrînê û Helebê gelek pêş ketin û tevlî festîvalan dibûn. Dema rêjîma Sûriyê dît ku govendên kurdî pêş dikevin û di nava  û gelê kurd de belav dibe,  astengî li pêşiya komên govendê yên kurdî derxist, herwiha li pêşiya tevlîbûna Komên Kurdî ji festîvalan re dibû bend, li aliyekî din jî navê van koman guhartin da ku ji nasnameya Kurdî dur bixîne. Ev siyaseta hikumeta Şamê  heya niha jî tê berdewam kirin. Ji bo helandina çanda Kurdan, hikumeta Şamê çanda Kurdî qedexe kiriye.”

Çanda me bi riya govend, mûzîk, helbes û awazan tê parastin

Mihemed destnîşan kir ku dîroka koma Kevneşopî kevine , herwiha  bi Şoreşa 19 Tîrmehê re xurtir bû û li Şehab yê jî xwe careke din kom kir û wiha domand: “Koma Kevneşopî jêdara xwe ji ew kesên ku di destpêka avakirina komên guvendê ku hatine avakirin digire, hin kes ji wan jî çûn ser dilovaniya xwedê. Bi avakirina Şoreşa Rojava re derfetên me zêde bûn û hîn zêdetir ev xebat hat pêşxistin. Piştî derbasbûna me ji herêma Şehbayê re kal û pîrên komên Kevneşopî yên ku mîrasê çanda Efrînê diparêzin careke din xwe kom kirin û dest bi pêvajoyeke nû ya zindîkirina çanda mûzîk û govenda Efrînî kirin. Hêjayî bîrxistinê ye ku 2 komên Kevneşopî hene yek li Şehbayê û yek li Helebê”.

Erka me parastin û pêşxistina çanda kurdî ye

Hevserokê Koma Kevneşopî ya Çiyayê Kurmênc Sadet Mihemed ya ku bi temenê xwe yê 58 salî parastina çanda Kurdî dike wiha axivî: “Ji salên 90’ î ve min cihê xwe di nava çand û hunerê de girtiye. Ji hezkirina min ya zêde, min tavahî zarokên xwe tevlî çandê kirin. Di wan deman de, ji ber Rêjîma Sûriyê  karên çandî  li Efrînê bi awayekî veşartî dihat birêvebirin, me biroveyên xwe bi awayekî veşartî didîtin. Ji bo ku em perewerdeyên gevendê bibînin,  her carê em diçûn li gel malbatekê, her wiha di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî me cih girt û karê min  berfirehtir bû. Di nava koma Çiyayên Kurmênc de 7 jin û 7 mêr yên temen mezin cih digirin. Bi hezkirineke mezin em karê xwe didin meşandin û ev ji bo me weke erkekî ye ku divê em dev jê bernedin”.

Çanda me paşeroj û pêşeroja me ye

Sadet Mihemed  anî ziman ku armanca koma kevneşopî parastina çanda govendên gelerî yên Efrînê ye û wiha domand: “Avakirina van Koman di şert û mercên koçberiyê de ne ji rêzê ye, helbet em bi armancên mezin nêz xebatên xwe dibin. Çawa ku bav û dayîkên me ev çand parastin û heyanî roja îro anîn, em jî berdewamiya zindîhêştina wê yekê dikin. Û em vê yekê derbasî nifşên nû yên pêşerojê bikin”.