Rojnameya Ronahî

Her amûrek rengek yê hunerêye

Navenda nûçeyan

Mamostaya Gîtarê Helena Babat ku li Stêrka Zêrîn a Wargeha Penebaran ya Mexmûrê perwerde dide, diyar kir ku pêwîste her kes bi çand û hunera xwe re mezin bibe û bibe xwedî zanistek ya çandî û wiha got: “Pêwîste her zarokek di amûrek a mûzîkê de xwe perwerde bike, ji ber ku her amûrek rengek cudatir û têgihiştineke cudatir dide mirovan.”

Li navenda Stêrka Zêrîn ji bo pêşxistin û perwerdekirina zarok û ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya di aliyê amûrên mûzîkê yên weke Gîtar, Tembûr û Erebaneyê de piştî dibistan ketîn betlaneya havînê destpê kir. Têkildarî perwerdeya tê dayîn Mamosteya Gîtarê Helena Babat û xwendevanên di perwerdeyê de ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Bi kelecan tevdigerin’

Helena Babat di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew her sal di werza havînê de li Stêrka Zêrîn ji bo zarokên wargehê di valatiyê de nemînin û bikaribin wan di aliyê çandî de perwerde bikin, aktîvîteyên çandî didin destpêkirin û wiha got: “Wek tê zanîn dibistanên wargehê ev demeke ketiye betlaneya havînê. Me jî wek Stêrka Zêrîn xwest divê navberê de zarokên wargehê di aliyê amûrên hunerî û çandî de perwerde bikin. Em niha zarokan di aliyê Tembûr, Gîtar û Erbane de perwerde dikin. Gelek zarok û ciwanên me hene ku dixwazin xwe bi van amûran perwerde bikin, ji ber wê jî di waneya Gîtar û Tembûrê de me xwendevanên xwe kirin du kom. Lê di waneya Erbaneyê de tenê komek heye. Koma yên biçûk ji 8 salî heta 14 salîne, koma yên mezin jî ji 15 salî destpê dike. Xwendevan hemû li ser daxwaz û xwestekên xwe tên perwerdê. Ji ber vê yekê di kêliyên perwerdê de bi kelecan tevdigerin da ku zû hînî van amûran bibin. Dema em vê xwesteka wan dibînin, em gelek kêfxweş dibin û dixwazin hunera ku em dizanin di zûtirîn dem de fêrî wan bikin. Ji bo gelek bikaribe xwe li ser lingan bigre, pêwîste xwe di aliyê çandê de pêşbixe. Li ser vî bingehî ji bo em çanda xwe dewlementir bikin em zarokên wargehê di aliyê amûrên mûzîkê de perwerde dikin.”

‘Her amûrek rengek û têgihiştinek cuda dide mirovan’

Helena Babat di dawiya gotinên xwe de balkişand li ser girîngiya fêrbûna amûrên mûzîkê ku her amûrek ya mûzîkê rengek cuda dide jiyana mirovan û wiha pê de çû: “Pêwîste her zarokek di amûrek a mûzîkê de xwe perwerde bike. Ji ber ku her amûrek rengek cudatir û têgihiştineke cudatir dide mirovan. Ji derveyî perwerdeya em didin, li navenda Stêrka Zêrîn komên me yên govend û mûzîkê jî hene ku li vir perwerde dibînin. Her wiha ji bo berfirehkirina xebatên Stêrka Zêrîn, em gelek kesan perwerde dikin. Ez bang li tevahî ciwanên Kurd dikim ku di aliyê çand û hunera Kurdî de xwe pêşbixin.”

‘Heskirina min ya ji bo Gîtarê di zarokatiyê de destpê kir’

Xwendevana bi navê Roj Yildiztan ku xwe fêrî lêdana Gîtarê dike, qala perwerdeya xwe û heskirina xwe ya ji bo fêrbûna Gîtarê kir û wiha got: “Ev demeke me dest bi perwerdeya Gîtarê kiriye. Armanca me ewe ku em xwe di aliyê çand û hunera Kurdî de pêşbixin. Ez gelek kêfxweşim ku îro li vir di aliyê hunerê de xwe pêşdixim. Heskirina min ya ji bo Gîtarê di zarokatiyê de destpê kir. Ji bo ku ez vê heskirinê bikim malê civaka xwe, niha li navenda Stêrka Zêrîn li gel bi dehan ciwanên mîna xwe perwerde dibînim. Ev du havîne ez perwerda Gîtarê dibînim. Ez bang li ciwanên wargehê dikim ku li navenda Stêrka Zêrîn cihê xwe bigirin û xwe di aliyê hunerê de perwerde bikin. Temenê fêrbûnê tineye her kes dikare perwerde bibîne.”

‘Tiştek xweşe ku ez lêdana Tembûrê bizanim’

Her wiha xwendevanê bi navê Goyan Yeman ku ew jî xwe fêrî lêdana Tembûrê dike, da zanîn ku piştî dibistan ketine betlaneya dawiya salê, wan berê xwe da perwerdeya Tembûrê ya ku li navenda Stêrka Zêrîn hatî destpêkirin û wiha peyîvî: “Piştî dibistan ket betlaneya dawiya salê, ji bo ku ez xwe di aliyê lêxistina Tembûrê de pêşbixim beşdarî perwerdeya Stêrka Zêrîn bûm. Tiştek xweşe ku ez bizanibim li Tembûrê bidim. Mamostaya me gelek xweş perwerdê dide ez ji hevalên xwe yên perwerdê jî hes dikim. Ez dixwazim demê pêş li tembûrê bixim û stranan bibêjim.”