Rojnameya Ronahî

Enahîta Sîno: Bilindkirina asta rewşenbîrî wê erkê me ya sereke be

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê da zanîn ku kar û xebatên rewşenbîran cihê şanaziyê ye û got ku gelek pilanên wan yên dema pêş ji bo pêşxistina asta rewşenbîrî hene.

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, tevgereke rewşenbîrî ya herênma bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Ev Yekîtî di 22`ê Hizêrana 2014`an de bi pêşengtiya Leyla Ibrahîm, Ebûd Mexso, Ebdisellam Ehmed û hin hevalên din, li bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Herwiha bi domana demê re şaxên vê Yekîtiyê li tevahiya bajar û navçeyên herêma Cizîrê hatin avakirin, di destpêkê de 9 beş di nav vê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê de hebûn û her bajar an jî navçeyeke herêmê beşek lê hebû. Herwiha ev beş li Qamişlo,Hesekê, Amûdê, Derbêsiyê, Girkêlegê, Tirbespiyê, Tiltemir, Dêrik û Serêkaniyê jî hebûn, lê piştî Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk ya dagirker ve hat  dagirkirina, 8 şax man. Di konfarnsa 4`an de, biryar hat dayîn ku ev şax bibin nivîsgeh û sîstema berpirsiyariyê li şûna hevseroktiyê were destnîşan kirin û ev 8 şax  tev jî bûn nivîsgeh û hernivîsgehek berpirsiyarên wan hene û sed û 30 rewşenbîr cihê xwe di nava Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê de digirin.

Hêjayî gotinê ye ku armanca Yekîtiya Rewşenbîran bilindkirina asta rewşenbîrî, çand û hunerî ya rewşenbîr û civaka Herêma Cizîrê ye. Yek ji xebatên wê yên rewşenbîrî û hunerî lidarxistina Pêşangha Wêne û peykeran a Hevbeş di navbera wê û Zanîngeha Rojava di 6ê’Gulana îsal de, li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişlo bû.

Herwiha di 26ê’Gulana îsal de Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê konfiransa xwe ya 5`an li Zanîgeha Rojava li dar xist û di encamê de Enahîta Sîno û Ebûd Mexso ji bo hevseroktiya Yekîtiyê hain hilbijartin.

Têkildarî rewşa rewşenbîrî û pêşveçûna wê li herêma Cizîrê, hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno ji Rojnameya Ronahî re axivî.

 Kar û xebatên rewşenbîran, bandoreke erênî li ser civakê dike’

Enahîta Sîno diyar kir ku kar û xebatên rewşenbîran li herêma Cizîrê cihê şanaziyê ye û wiha  got: ” Em tev dizanin ku êrîşîn dewleta Tirk li ser herêmên me xeteriyeke pir mezin çêdike û ev yek ne tenê bandorê li rewşa gel dike, lê bandorê li deroniya nivîskar û rewşenbîran jî dike. Di dema herî dawî de xebatên rewşenbîrî yên giranbuha hatin kirin, weke lidarxistina pêşangeha pirtûkên kurdî û pêşangeha wêneyan Herwiha di van pêşangehan de, nivîskar û reşenbîrên me, afrîneriyekê li gor derfet, asta rewşenbîrî û rastiya ku rewşenbîrên me tê de dijîn, pêşkêşî civaka xwe kirin. Hêjayî gotinê ye ku sedem ji vê yekê ew e ku rewşenbîrên me hertim hewld didin ku berhemên herî baş û ramanên estetîk yên  xwe, binvîsînin û pêşkêş bikin û ev  ji bo me jî cihê şanazî û rûmetdariyê ye.”

‘Gelek piroje ji ber rewşa abûrî hatine rawestandin’

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, eşkere kir ku sedema pêknehatina piraniya pirojeyên wan ji derfetên aborî yên kêm e û wiha domand: ” Me di konfransa 4`an ya Yekîtiya Rewşenbîran de, gelek piroje destnîşan kirin. Herwiha ji van pirojeyan vekirina baxçeyên xwendinê li Hesekê û navçeya Girkêlegê û amedekirina Kovareke taybe ya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bû. Me ji wan pirojeyan, tenê baxçeyek li Hesekê vekir û pirojeyên din ji ber derfetên aborî yên kêm hatin rawestandin. Di milê aborî de em weke Yekîtiya Rewşenbîran, girêdayî Civaka Sivîl in û derfeta aboriya ku ji me re tê pêşkêşkirin jî, ji bo pêkanîna van pirojeyan ne alîkar e. Herwiha di vê konfransa 5`an de, nîqaşa van pirojeyên ku nehatin pêkanîn, hat kirin û niha jî em hewl didin ku pirsgirêka aboriyê bi Rêveberiya Xweser re bidin diyarkirin, da ku û ew jî destekê bidin me.” Weke din Enahîta Sîno da xuyakirin ku ew ê ji bona pêşxistina rewşa saziya xwe di milê abûrî de koperatîfên abûrî pêşbêxin û di milê abûrî de lawaziyên heyî temam bikin.

 

Pilanên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya dema pêş

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Enahîta Sîno, da zanîn ku pilanên Yekîtiya Rewşenbîran yên dema bê, wê pêşveçûnekê di warê rewşenbîrên herêma Cizîrê de çêbike û di dawiya axaftina xwe de got: Hemû pirojeyên ku piştî konfransa me ya 4`an de pêk nehatin, me îsal dîsa di konfransa 5`an de nîqaş kirin. Sedema israra me ji bo pêkanîna van pirojeyan jî, girîngiya van pirojeyan, di pêşveçûna asta rewşenbîrî, li cem rewşenbîr û civakê. Herwiha Yekîtiya Rewşenbîran yek ji 5 saziyên rewşenbîrî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ye, ev sazî tev jî negirêdayî hev in, niha jî em hewl didin ku rewşenbîrên bakur û rojhilatê Sûriyê, yê xwedî ziman û ramanên cihêreng tevan di bin sîwaneke rewşenbîrî de li hev bicivînin. Herwiha em hewil didin saziyekî rewşenbîrî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ava bikin, di heman demê de jî ji bo gihandina êş, pisgirêk û ramanên civaka xwe û bilindkirina asta rewşenbîran. Em  hewl didin ku têkiliyên rewşenbîrî bi welatê din re jî avabikin û pêşbêxin.”