Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em li dijî rêjîma yekperest û dijminê kedê ne

21/07/2018
in ROJEV
A A
Em li dijî rêjîma yekperest  û dijminê kedê ne
Share on FacebookShare on Twitter

HDP ji bo nexşerêya xwe ya nû diyar bike li Wanê kete kampê. Hevseroka Giştî Bûldan qala erk û wezîfeyên serdema nû kir û got, “Jin wê ti carî destûrê nedin sîstema dîktatorî ya faşîst.”
Kampa Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê a ji bo diyarkirina nexşerêya serdema nû li wanê dest pê kir û wê sê rojan bidome. Parlamenterên HDP’yî li gel Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li kampê li hev civiyan.
Bûldan di destpêka civînê de axivî û şehîdên Kmkujiay Pirsûsê bi bîr anî. Bûldan got, “Ev komkujiya ku bi destê dewletê û bi hevkariya DAÎŞ’ê hate kirin, divê berpirsyarên wê bên eşkerekirin.”
Bûldan bi bîr xist ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê di nava şert û mercên giran ên Rewşa Awarte de bi rengekî ne hiqûqî hate kirin û got, “Lli gel vê yekê jî weke HDP me serketineke mezin bi dest xist. Di civîna xwe ya sê rojan de em ê kêmasiyên xwe baş binirxînin. 38 ji sedî me temsîliyeta jinê bi dest xistine û ev yek ji bo me serketinek e. Me 26 wekîlên xwe yên jin hilbijart.”
Bûldan diyar kir, di vê demê de ku rejîma nû bi hilbijartinê kete meriyetê, wezîfeyeke girîng dikeve ser milê HDP’ê û got, “Em li dijî rejîma yekperest û dijminê kedê ne. Li dijî vê rejîmê hêzeke me ya xurt a jinan heye. Bi vê hevgirtina jinan wê li dijî rejîma yek zilamî têkoşîneke xurt bê dayin. Di têkoşîna xwe ya wekheviyê de weke jinan me berdêlên giran dan. Bi vê bîr û baweriyê me xetek danî ber xwe. Me sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev a jin û mêr xistin meriyetê.” Bûldan destnîşan kir ku têkoşîna wan a azadiya jinê wê ti carî raneweste, berevajî wê mezintir bibe.
Bûldan anî ziman ku di serdema 27’an de jî weke koma jinan a HDP’ê wê pirsgirêkên jinan bînin ziman û got, “Li pêşiya me gelek serketin hene ku divê em bi dest bixin. Di vê dema tarî de pêwîstiyeke zêde bi hêza jinê heye. Jinên dilovan wê ti carî destûrê nedin sîstema dîktatorî ya faşîst. Em ê bi hev re bi xurtî têbikoşin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.