Rojnameya Ronahî

DENGÊ CÛDÎ

 

Ew î di nava pêlûyên çavê xwe de gelek tiştên heyî û bê navber dibirin û tanîn. Ji zaroktiya wî bigre û heyanî wê bîska ku têde dijiya, hemû di nava aşop û asoyên xwe de û bi hevre dihûnand. Lê dengê guleyekî ew ji nişkî ve ji derya xewin û xeyalan divecniqand. Bi teqîna wê guleyê re bi ser hişê xwe ve hat û bi yek carî rabû û li ser piyê xwe rawestiya. Di nava bêdengî û tariya şevê de ew î li bêdengiya dengê dilê  xwe hûr û kûr guhdarî kir. Lê dema ku pêlûyê çavê xwe ji ser hev rakirin. Li dûr cihekî ku bi zorê bi çavan dihate dîtin agirekî hilkirî dît. Ew agir bi daristanê ketibû û ronahiya xwe dida pesarê çiyayê Cûdî û Gabarê.

Careke din li derdorê xwe  guhdarî kir û guhê xwe baş hêran ser bêdengiya xwezayê. Ji derveyî dengê wê guleya ku dema di xewdebû dengê wê bihîstibû, tu dengê guleyên din nebihîst. Ji bona wê yekê heyanî demekî wî texmîn dikir ku dengê guleya ku bihîstî di xew de dengê wê hatibû ber guhê wî. Lê gava ku çavê wî bi agirê ku bi daristanê ketibû ket. Têgihişt ku dengê wê guleyê ji nava agir hatî ye. Ew gule jî dibe ku bermahiya şerê ku bi salan li Kurdistanê didome be û di nava axê de wendabûbe. Ji ber wê dema ku agir bi daristanê ket, ew guriya agirê  ku li derdoran dipingizî û dikete ser pûşê ku bi qasî gazekî ji ser erdê bilindbûbû. Hemû dikete ser axê û ax hêdî-hêdî disincirî, dema ku germahiya agir ax disincirand pêre-pêre gule jî germdibe û diteqe. Dema ku li derdorê xwe temaşedikir, bi yek carê ev rêze peyv û çîroka wê guleya teqiyayî di hiş û bîrê xwe de li parzû dixist.

Piştî ku Egîd derxiste zanebûnê ku her tiştê ku di ber çavê wî diçû û dihat, rûdanên asayîne û tiştekî metirsiyê çêbike tuneye. Careke din xwe li ser çadira xwe ya ku li bin dara gûzê raxistîbû dirêjkir. Ji rewşa hevalê li kêleka wî nivistî baş dixuya ku ew gelekî westiyabû. Ji ber wê yekê dema ku ew ji nişkî ve ji xewê şiyardibe, hevalê wî pê nehisiyabû. Lê careke din dema ku zivirî cihê xwe û xwe li kêleka wî dirêjkir û xwest ku çadirê qasekî bikşîne ser xwe. Hevalê li kêleka wî razayî  bi xwe dihise û ew jî ji xew şiyardibe û di nava cihê xwe de dirûne. Hevalê Egîd nexwest ku di wê şevê de ji hevalê li kêleka xwe re çîroka xwe vebêje, ji bona ku ew bi vê yekê bandor nebe û xew lê neherime, ji lewra heme xwe di cihê xwe de kerkir û kete xewê.

Hevalê Egîd piştî wê çîroka guleya ku dengê wê bihîstî, Kete xeweke giran. Lê vê carê ne dengê guleyan û ne tişteke din dikare wî ji xewê şiyarbike. Ji ber ku ew pir dûr çûbû û di nava xewn û xeyalan de pir kûr û dûr û av-av çûbû. Candekî wî li bin wê darê û li wê erdê di bin tava heyvê de mabû. Lê aso û aşopên wî ketibûn ser riya dûr û dirêj. Carnan xwe li bedena Cûdî taland û dibû mêvanê sefîna pêxember Nûh û geh bi baskê xwe ezmanê çiyayê Zaxrosê hemû tevdida û xwe bi keziyê rojê ve berdida binê dîroka mirovahiyê. Geh li deşta Nisêbînê û li serê çiyayê Bagogê xwe li ba dikir û geh li nava kolanên bajarê evînê govenda zarokên welatê rojê digerand. Raste Egîd di rasteqînê de xwe negihandibû wan deveran. Lê hest, aso û aşopên wî her tim li wan deveran digeriyan û henaseyên azadiyê yek bi yek berhevdikirin. Berbi seharê ve dema ku tîjikên tava rojê yek bi yek xwe li dêmê wî didan. Yek bi yek ew tevzînokên xewn û xeyalên tîr û giran ji hiş û mejiyê wî belawela dikirin. Pêlûyê çavê wî bi zorê ji hev vedibûn û çavê wî ji nû ve rastiyên nepenî didîtin.  Êdî Egîd pêşwaziya rojeke nû dikir û keştiya xwe berû qerafên nûrojeke nû tajot. Lê vê carê ne di xewn û xeyalan de, lê belê di rasteqînê de hemû hêvî û xwestekên wî pêkdihatin. Ji ber ku wî bi dilê xwe yê geş û tijî hêvî û bawerî, berê xwe dida kelha berxwedanê û kaniya şehîd û warê Egîdan Botan.

Botan êdî ji bona wî ne xewn û xeyal bû. Ji ber ku her tişt li ber çavê wî zindî dibû û pêre dikete rêwîtiyeke dûr û dirêj. Her demsalek jî ji bona wî rûpeleke nû bû û her ku werzek derbasdibû, temenê wî ji nû ve bi ser xwe ve dihat. Mîna ku ji nû ve çavê xwe li jiyanê vebike, her tişt dibû xwedî reng û hebûneke cuda. Ew li pey gavên xwe  dibeziya û her tim jî hesreta wî ew bû ku xwe bighîne navsera Cûdî û henaseyekî ji wan henaseyên azadiyê bikşîne cerg û hinavên xwe. Xeyalê wî vê carê pêre bibû yek û hêviya wî pêkdihat. Ew li navsera Cûdî dibû mêvan, lê vê carê ne mêvanekî dem û demsalekî. Lê belê vê carê Cûdî ew di nava bedena xwe de pêşwazî dikir û bi hemû hst û dîroka xwe ew hembêz dikir. Ji ber ku ew rêwiyê Cûdî bû û parasvanê rojê û mirovahiyê bû. Egîd êdî dibû Egîdê gelekî, berxwedêr û vîna her mirovekî azadîxwaz. Jixwe wî can û giyanê xwe ji zû ve fedayî xak, welat û gelê xwe kiribû û di nava deryaya çavê xwe de welatekî azad xêzdikir.

Elî Roj