Hemza Sêvo/Qamişlo
Lawîn Yûsif di 6 saliya xwe de hezkirina bi muzîkê ve hatiye girêdan, herwiha bi awaz û gotinên xweş daye ser şopa bavê xwe Se`îd Yûsif û karê muzîkjenî, dengbêjî û sitranbêjiyê di jiyana xwe de kiriye tiştekî sereke.
Hunera dengbêjî, stranbêjî û muzîkjeniyê; hunerke mîna tevahiya hunerên din, xwedî taybetmendiyeke cuda ye û nehêsan e, ji ber ku pêwîstiya wê bi hestekî bilind û estetîkê heye. Ev huner li cem gelê kurd xwedî taybetmendiyeke mezin e, herwiha heya astekê berbibiçav pêşketiye.
Li Rojavayê Kurdistanê, gelek hunermendên navdar yên ku hunera kurdî dewlemend kirin e û navê xwe li ser rûpelên dîroka hunerê nivîsandine, hene. Gelek ji wan koça dawî kirine lê, hunera wan hîn zindî ye û ji hunermendên nûhatî re bûne jêdera hezkirina mûzîk û hunerê.
Li ser şopa hunerê gelek hunermendên nûjen jî derketine holê û di warê dengbêjî û muzîkjeniyê de, berhemên xweş derdixin, herwiha şopdariya hunermendên kurd yên beriya xwe jî dikin.
Yek ji hunermendên Rojavayê Kurdistanê, Lawîn Yûsif e. Ew kurê hunermendê nemir Se`îd Yûsif e, di sala 1985`an de li bajarê Qamişlo ji dayik bû ye û di nava malbateke hunerî de mezin bûye. Lawîn bi bavê xwe Se’îd Yûsif ku bi navê Mîrê Bizqê dihat nasîn, bandor bûye û hizkirina wî ji mûzîkê re roj bi roj mezin bûye.
Hunermend Lawîn Yûsif derbarê jiyana xwe ya hunerî û hizkirina xwe ya ji mûzîkê re ji Rojnameya me re axivî.
Di zaroktiya xwe de bû aşikê mûzîkî
Lawîn Yûsiuf diyar kir ku giyan û hestên wî, di temenekî biçûk de bi mozîkê ve hate girêdan, ew di 7 saliya xwe de fêrî lêda amûra mûzîkê ya bi navê dirbek, bûye. Herwiha piştî temenê wî dibe 13 salî, ew dest bi xwefêrkirina lêdana li ser bizqê dike. Herwiha dema ku bavê wê Se’îd Yûsif li bizqê dida, wî li bavê xwe guhdarî dikir û hêdî hêdî fêrî lêdana bizqê bû. Bavê wî jî ku bi navê Mîrê Bizqî tê nasîn, ji bo fêrkirina Lawîn bi awayekî baş rawestiya û ew di vî warî de pêş xist.
Vîna wî hişt ku fêrî gelek amûrên mûzîkê bibe
Derbarê hiskikrina amûrên mûzîkê de, lawîn da zanîn ku ew destpêkê fêrî bizqê bû û bi demê re, wî berê xwe da amûrên muzîkê yên din jî. Herwiha da zanîn ku ew niha dizane hemû cureyên amûrên muzîkê yên têlî bikar bîne, di serî de; bizq, tembûr, cumbuş, kemançe, ‘Ûd û gelek amûrên din. Di heman demê de jî, got ku ew dizane amûrên weke bilûrê û gîtar, org û gelek amûrên mûzîkê yên nûjen jî bikar bîn e.”
Karê wî yê hunerî li xerîbiyê
Lawîn Yûsif da zanîn ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, dest pê dibe, di sala 2011`an de, ew diçe Libnanê û li wir jî kar û xebat xwe ya hunerî didomîne, herwiha muzîk û dengbêjiya kurdî li wir di bername şevbuhêrk û ahengan de derdixe holê. Ji ber ku lawîn bi zimanê erebî dizanîbû, wê stranên bi zimanê erbî jî distrand, herwiha wî di warê mûzîkê de têkiliyên xwe bi gelek hunermendên Libnanî yên navdar re, çêkir.
Vegera welat
hunermend Lawîn Yûsif piştî 12 salan ji xerîbiyê, di 27`’ê Sibata 2023’an de vegeriya bajarê Qamişlo, vegeriya nav malbat û dostên xwe. Herwiha çareke din li Qamişlo karê hunerê domand. Niha jî xelkên Qamişlo li stranên hunermend Se`îd Yûsif guhdar dikin, lê vê carê bi dengê kurê wî Lawîn.”
Derbarê beşdarbûna wî di aheng û cejnan de, Lawîn da zanîn ku ew îsal di ahenga Newrozê ya bajarê Qamişlo de beşdar bû, herwiha beşdarî ahenga Roja Zimanê Kurdî ku li Hesekê hat lidarxistin, bû.
Tişta balkêş ku Lawîn Yûsif ne tenê bi zimanê kurdê stranan dibêjê, lê ew bi zimanê erebî û Tirkî jî sitranan dibêje. Lawîn Yûsif di domahiya axaftina xwe de eşkere kir, ku wê di demeke nêz de, navendek ji bo perewedekirina amûrên muzêkê bi navê Navenda Se`îd Yûsif li Qamişlo were vekirin.
Berhemên wî yên hunerî
Lawîn Yûsif 16 sitran derxistine, hin ji wan gotin û awazên bavî wî ne, hin jî gtin û awazên wî ne; weke sitrana bi navê Hey Duniyayê ku hîn nehatiye belav kirin, Strana Kobanê ku li ser berxwedana Kobanê bû û di 2014’an hatiye derxistin, Strana Bibin Yek ku gotin û awazên Umer Alûcî bû, Mîr û Mamostê Tembûrê ji hunermend Se`îd Yûsif di sala 2018` de hatiye çêkirin û ji wî re hatiye diyarkirin.