Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo piştî Deraa Îdlib e?

21/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
A Deraa jî çû!
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî radestkirina bajarê Deraa li başûrê Sûriyê, li Idlibê herdu bajarokên Fûaa û Kifreya di encama itîfaqeke Rûs- Îran- Tirk û Elnûsra (Tehrîr Elşam) de hatin valakirin. Ew herdu bajarok ji destpêka aloziya Sûriyê de di bin dorpêça komên çete yên di Idlibê de bûn. Ne komên çete digirtin û ne jî rejîmê berdidan. Her ji bo herdu aliyan mijara bazarê bûn. Berê jî ev herdu bajarok rastî pêvajoyeke wisa a valakirinê hatibûn. Lê bi radestkirina Deraa re êdî ev herdu bajarok ji binî ve vala bûn. Li gorî daneyên itîfaqa hatiye eşkerekirin, ji herdu bajarokên Fûaa û Kifreya bi qasî 7 Hezar mirovên ku alîgirên rejîma Bass û Îranê ne hatine derxistin. Rejîmê jî derdora 1500 girtiyên çeteyan serbest berdane.
Li gorî tevgera dîplomasî, navendên lêkolîn û pêşbîniyan hinek sînaryoyên muhtemel li ser qada Sûriyê destnîşan dikin. Piştî dagirkirina Efrînê û rêdana hêzên navneteweyî ji Tirkiyê re ku bi rihetî beşek ji axa Sûriyê dagir bike, paytexta razber a (şoreşa Sûriyê) hate radeskirin. Di aliyê manewî de ev tê wateya bidawîkirina her tişta bi navê şoreş li Sûriyê qewimiye. Ango hêzên mudexeleyî Sûriyê kirine ber bi dabeşbûn û parvekirinê ve diçin. Êdî wê aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bibe. Di vê qonaxa nû de her aliyek li gorî mewzî û hêza xwe qezencan kom dike. Dema herdu bajarokên ku piraniya şêniyên wan Şîî ne li Idlibê dihatin valakirin, li Hilsenkiyê hevdîtina Trump- Pûtîn li dar bû. Bi gotineke din nexşeya nû ya Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dihate xêzkirin. Dibe piştî vê gavê li herêmên bakur rojavayê Sûriyê, piştî wendabûna nasnameya şoreşê ji aliyê hêzên navneteweyî ve êrîşên gelekî dijwar pêk werin.
Hinek alî jî rewşê berovajî dixwînin û dibêjin li wê herêmê (Idlib) hemû hêzên Sûne yên weke xeter têne binavkirin, ev bû çend salin ji bo ku cografiya serweriya wan li Sûriyê kêm bikin, kom dikin. Ango ji bona wan, ev başê cografî ku serê rejîma Sûriyê diêşîne ne girîng e. Dê tevliheviya li wê herêmê tevî hemû girûpên çete yên têde kom kirine hewaleyî Tirkiyê bikin. Bila ew jî encama mudexelya xwe nava axa Sûriyê û piştgiriya ji van koman re tehemul bike. Yanê bila bibin bela serê wê. Bi vê awayî ji bona ku rê li ber çilekiyên Erdogan bigirin van çeteyan berdidin nav rûyê wî. Ango tesbîta ku dibêje piştî Îranê rola Tirkiyê tê dikeve meriyetê.
Aliyek dîtir jî dibêje ku aloziya Sûriyê ber bi dawiyê ve diçe. Êdî destê hemû hêzên herêmî ji nav vê axê wê bên kişandin. Îran jî destpêk e. Yanê hegemoniya cîhanî ti carî qebûl nake xist û qezencên xwe bi sîstemên misyoner ên ku afirnandine re parve bike. Heman nerîn dibêje ku hegemonî di heman wextê de jî nikare rola tevgerên civakî yên di pêvajoyê de weke hêza sêyemîn derketine qadê paşguh bike. Ji ber vê yekê wê ev hêza sêyemîn ku gelên Rojava û Bakur Sûriyê pêşengên têkoşîna wê ne, di vê pêvajoya lihevhatinê de bibe xwedî statu. Ev jî wê ji bona têkoşîna gelan li Sûriyê û Rojhilata Navîn destkeftiyeke mezin a dîrokî be. Her wiha wê ji bo xeta ku xwe dispêre vîna gelan li hemberî sîstemên destpot serkeftinek gewre be.

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.