Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîn -5-

21/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hêviyên Pêşerojê
Share on FacebookShare on Twitter

Me hewilda ku em bi çend beşan komîn şîrove bikin, an jî hinekî kornolojiya diroka komîn bînin ziman. Bêguman mirov bi çend nivîsana wê nikaribe bi her awayî komîn şîrove bike. Lê belê kêm jî be me hewilda em hinekî pênaseya komîn bikin.
Ji roja ku civakbun çêbuye hetanî sedsala 19’an, heta mirov dikare hîna jî li gelek devarên Rojhilata Navîn rastî şopên komînan were ku mirov rastî van şopan tê jî. Deverên herîzêde lê şopên komîn mane bêguman gundin. Di jiyana gundan de jiyana komînal bi awayek xwezayî tê jiyîn. Ji xwe gelek gund hene hîna jî dest ji kevneşopiyên xwe yên xwezayî bernedane. Peyva ku dibêjin ‘‘cîran muhtacê xweliya cirane’’ bê guman ji bermahiya jiyana komîn tê. Ya rast beriya zîhiniyeta baviksalarî, olperestî, nijetiperstî û kapîtalîst di her şaneya civakê de jiyan ji xwe bi awayek xwezayî komîn dihate jiyîn. Piştî pêşketina sîstema feodal û kapîtalîst jiyana komîn her ku çû tune bu, li şuna komîn ferdiperestî pêşket. Wateya malbat û civakbunê jî ji cewhera xwe hate derxistin. Di civaka Rojhilata Navîn de wateya kom xwedî nirxek girînge, civak çendî kom maye weqas kariye xwe li beranberî felaketên xweza an jî zordariya destihiladaran biparêze. Em hinekî dikarin berêxwe bidin herêmên Kurd û Kurdistanê jî ka bê çendî bermahiyên kom=komîn mane an jî dimînin. Li gelek deverên Kurdistanê hîna jî komcivak mane û jiyanek bi hevra didin meşandin. Bê guman ev tenê li Kurdistanê derbasdar nîne, li gelek deverên welatên Rojhilata Navîn jiyana gundan tê jiyîn. Li gorî kapîtalîstan gund cihên paşketîne. Birêz Abdulah Ocelan dibêje: ‘‘Ger gund nebin bajar wê çênebin’’ yê ku bajaran dike bajar bêguman gundin. Gund bingehê jiyana komînalin. Lê belê mirov dikare şêwayê jiyana bajaran jî biguherîne li şuna ferdparastinê, civakbunê bide avakirin. Li ser temelê jiyanek Komîn=Ekolojîk di kolanên bajaranda çanda cîrantî bide avakirin. Ji boyî jiyanek wekhev demokratîk beriya her tiştî pêwîstî bi zîhiniyeta civakek komînal heye. Ku di civakên komînda bi tu awayî destihiladarî li ser mirov û zindiyên xwezayê de nayê pejirandin û kirin. Komîn bingeha jiyana demokratîk dide avakirin, sistema komîn de xala sereke demokrasiyek bi rêgez û azadiya civakêye. Çawan ku kapîtalîzim Azadiya ferd û lîberalîzimê li ser mirovan ferz dike, komîn jî tam dijiberî wê Azadiya civak û wekiheviya zayendan li ser mirovan ferz dike.
Ji bo jiyanek wekhev beriya her tiştî pêwîste ku hemû mirov xwe ji zihiniyete kapîtalîst xilas bikin û ji azadiya zayendan, civakê bawer bikin. Ji bo ev zîhniyeta takekes, ferdperesti ji nava civakan rabe pêwîstiya civakan bi perwerdeyên demokratîk heye. Dewlet Netew siyaset, polîtîka, huquq, aborî û hwd xalên sereke ên civakê kiriye bin xizimeta xwe û bi taybetîjî zayenda jin ji hemû mijarên sereke ên jiyanê bêpar hiştiye. Li dijberî sistema dewlet netew, jiyana komîn bingeha gavên serekeye. Hemu dibistnên hene dewletan kirine bin xizimeta xwe û bîrdoziya xwe li ciwanan belav dike û bi demê re hêza dinamîka civakê ciwan tune dike û di bin xizimeta xwe de bikartîne.
Ji boyî jiyanek demokratîk bi awayek nujen, azad û ekolojîk, bi etîk-estetîk û bîrdoziya jineolojîk komîn jiyîn wê bibe bingeha civakên zanist û li şuna takekesî civakbun, li şuna komkujiyan wekhevî, li şuna bendavan parastina nirxên dirokê civakan û zanista dirokî di hemu şaneyên civakana de dayîna avakirin wê bibe serkeftina hemû gel û netewan. Civak bi komînan bu civak wê bi komînan jî bigije azadiya xwe.

Binevş SARYA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.