Rojnameya Ronahî

 “Wê berxwedana  gelê herêma Şehbayê dorpêçê bişkîn e”

Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Evîn Paşp diyar kir ku Hikûmeta Şamê bi siyaseta dorpêçê ya ku li ser gelê Şehbayê dide meşandin dixwaze vîna gel têk bibe û got, zihniyeta Hikûmeta Şamê nehatiye guhertin, hevgirtin û berxwedana gelê Şehbayê wê dorpêç têk bibe.

Norşîn Sîno\ Qamişlo

Ji 18 Adara 2018’an de dema ku dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê herêma Efrîn dagir kirin, Şêneyên herêmê neçar man ku berê xwe bidin herêma Şehbayê  û li wir bi cih bibin. Lê Hikûmeta Şamê ji wê demê ve û heta niha li ser koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûn e dorpêçêke giran ferz dike. Hikûmeta Şamê derfet nade ku sûtemenî , ard, derman û pêdiviyên jiyanê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo gelê Herêma Şehba tê Şandin , derbasî herêmê bibe. Herî dawiyê ji ber nebûna sûtemeniyê di 27’ê Nîsanê de elektirîk bi tremamî li ser herêma Şehbayê hat qutkirin û kar û xebatên saziyan bigiştî hatin rawestandin.

Derbarê dorpêça girankirî ya ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve  li ser Herêma Şehbayê tê feriz kirin, Seroka Desteya Jinê ya herêma Cizîrê Evîn Paşo ji me re axivî.

`Bi rêya dorpêçê dixwaze vîna gel têk bibe’

Seroka Desteya Jinê ya kantona Cizîrê Evîn Paşo da zanîn ku hikûmeta Şamê bi rêya dorpêçê dixwaze siyaseta xwe ya şikandin vîna gelê hermê bidomîne û wiha axivî: “Hikûmeta Şamê bi siyaseta xwe ya dûrxistin, şîdet û pûçkirinê navdare . Bi vê dorpêça girankirî ya li ser herêma Şehbayê dixwaze gelê herêmê dûrî daxwaz û hêviyên wan yên wekhevî û demokrasiyê dûr bixe. Hikumet her dem li hemberî gel rêbazên tunekirinê bikar tîne.”

`Armanca sereke ji  dorpêçê têkbirina Rêveberiya Xweser e`

Evîn dazanîn ku armanca hikûmeta Şamê ye sereke ji dorpêça li ser Şehbayê têkbirina Rêveberiya Xwesere û wiha domand: “Ji ber ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk xeta sêyemîn hilbijart, rêveberiyê xwe nesipart hikumeta şamê û ni jî çeteyên bi navê muxalefetê. Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiyên gelên Sûriyê kar kir, ji ber wê tevahiya hêzên dagirker êrêşî Rêveberiya Xweser kirin û xwestin wê têk bibin. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker bi riya êrîşên rojan e xwest rêveberê têk bibe. Hikûmeta Şamê jî , xwest bi rêya dorpêçê zextê li Rêveberiya xweser bike û wê lawaz bike, herwiha di bin şert û mercên xwe de wê têk bibe.”

`Hikûmeta Şamê bi zihniyeta xwe ya heyî naxwaze aloziya Sûriyê çareser bibe`

Evîn Paşo tekez kir ku bi meşandina van siyasetên qirêj ,Hikûmeta Şamê tekez dike ku zihniyeta wê û ya  dewleta Tirk ya faşist yekin, herwiha ew nikare bibe beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta Şamê bi meşandina dorpêça girankirî ya ku bi rêya wê siyaseta xwe ya qurêj derdixe holê, tekez dike ku zihniyeta wê eynî zihniyeta dewleta tirk ya faşiste û bi şêwazên cuda qirkirina Kurdan ji xwe re dikin hedef. Heta ku ev zihniyeta hikûmeta Şamê be herwiha siyasetên xwe neguherîne , tevî dirêjbûna kirîza Sûriyê ku 12`e sa li pey xwe hişt, ew ê bi ser nakeve û ne jî dibe beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê.”

` Bi hevgirtin û berxwedana  gelê Şehbayê wê dorpêç têk biçe`

Seroka Desteya Jinê ya kantina Cizîrê Evîn Paşo diyar kir ku hevgirtina û bewrxwedana gelê herêma Şehbayê wê dorpêçê têk bibe û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Li herêma Şehbayê berxwedaniyek mezin ji aliyê gelê wê ve tê meşandin, lewma hikûmeta Şamê herwiha êrîşên dewleta tirk wê nikarîbûn îradeya  vî gelî bişkînin. Li ser esasê vê berxwedaniya mezin û îradeya xurt wê gele herêma Şehba dorpêçê têk bibe.”