Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em li Efrînê weke xerîban bûn

20/07/2018
in ROJEV
A A
Em li Efrînê weke xerîban bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyê bi navê A.Y bi zehmetî xwe ji kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê xilas kir û xwe gihand Şehbayê. A.Y niha tevî malbata xwe li gundê Mera Mislemiyê dimîne.
Ji destpêka ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirine gelek şêniyên Efrînê yên ku heta niha li wê derê dimînin hewil didin ku xwe ji zilm û kiriyarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.
Welatiyê bi navê A.Y yek ji kesên ku ji Efrînê derket û xwe ji zilm û zora çeteyan rizgar kiri ye. A.Y, kiryarên ku çeteyan li ser sivîlan pêk di anîn, vedibêje.
A.Y dibêje komên çete ji destpêkê ve hewil didan ku şêniyan bi gotinên azadî û aştiyê bixapînin û bandorê li raya giştî bikin her wiha şêniyan bi darê zorê ber bi herêmên Şehbayê ve derxînin.
Lê rewşa wê derê zû hate guhertin û rastiya çeteyan û kiriyarên wan ji revandin, êşkencekirin, kuştin her wiha talankirin, wêrankirin û şewitandina mal û milkên welatiyan derketin holê.
Li gorî A.Y rewş li wê derê roj bi roj ber xirbûnê ve diçe û bi taybet piştî hilbijartinê tirkiyê welatiyan bi hincetên derew bê ser û ber digrin.
A.Y got da zanîn ku komên çete sivîlan digrin û beranberî berdana wan pereyan ji malbatên wan dixwazin û piştî ku wan berdidin careke din bi hincetên derew wan kesan digrin.
A.Y destnîşan kir ku, rakirin û şewitandina daran bi hinceta ku şervanên YPJ/YPG`ê li wan deran hene, didome.
A.Y diyar kir ku çete her dem ji şêniyan re dibêjin ku ew tu carî dev ji wan bernadin heta ku hemû mal û milkên wan talan bikin.
A.Y wiha axivî, “tiştên ku li Efrînê diqewimin ji durî pîvanên mirovahiyê ne û ev tişt anî ziman,”Rewşa li wê derê nayê tehemul kirin. Em li Efrînê weke xerîban dijîn. Efrîn, nema Efrîna berê ku di nav aramî û aştiyê de bû. Psîkolojiya welatiyan tevlî hev bûye. Her kes li hêviya şervanên YPJ/YPG`ê ne ku Efrînê ji artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê rizgar bike.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.