Rojnameya Ronahî

6’mîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kir

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya abajarê Qamişlo, 6’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol dest pê kir.

Navenda Nûçeyan

Li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo,  bi dirûşma ’Şano derbirîna mûzaîka gelan e’, 6ʹemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol dest pê kir.

Di mihrecanê de hunermend, nivîskar, şanoger, endamên saziyên Rêveberiya Xwesr, Nûnerên partiyên siyasî û nûnerên tevgerên jinan amade bûn.

Axaftina destpêkê ya mîhrîcanê ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Maryana Zekî Aho  ve dest pê kir.

Maryana  bi xêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya şanoyê wiha got: “Şano wijdan û neynika civakî ye. Her wiha roleke girîng di çareserkirina pirsgirêkên civakê de dilîze.”

Maryana anî ziman ku têkoşer Yekta Herekol bi çalakiya xwe wateyeke nû da şanoyê û kir hunerek ku bi vîna gelan têkel be.

 Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Xelîl Tehlo jî axivî û got, dirûşma mîhrîcana 6ʹan a Şehîd Yekta Herekol pirrengiya çandî ya li herêmê nîşan dide û diyar kir ku di mîhrîcana îsal de beşdarbûnek ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî heye.

Xelîl Tehlo bi boneya hefteya lehengiyê jî şehîd Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz bi bîr anîn. Her wiha mîhrîcan li Rêber Abdullah Ocalan û hemû şehîdên azadiyê pîroz kir.

Piştre sînevîzyoneke li ser jiyana şehîd Yekta Herokol hat pêşandan.

Piştre jî şanoya bi navê Kevir a Koma Renîm a girêdayî navenda Mihemed Şêx hat pêşandan. Nivîskarê şanoyê Feysel Xelel û Riyad Îsmet e û derhênerê wê Kamîran Caro ye.

Di şanoyê de 3 şangor rola jin, mêrê desthildar û hunermend dilîzin. Şano balê dikişîne ser kevirekî ku sembola berhemên fikirî yên mirovan e. Her wiha îşaretê bi hewldanên hêzên desthilatdar ên bi rêbazên leşkerî, bi pere û jinan ên ji bo bidestxistina vî kevirî. Lê ruxmî hemû hewldanan leşkerî yên hêzên desthildar, peykersazê ku kevir çêkiriye, kevir diparêze û bi ser dikeve.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol, her sal di 27’ê Adarê ku roja Şano ya cîhanî ye, li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin û gelek komên şanoyê ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê de beşdar dibin û di dawiyê xelat tên belavkirin. Mîhrecana ku di 27’Adarê de dest pê dike di 2’ê Nîsanê de bi dawî dibe.