Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo pêşketina hunerê rola ragihandinê çiye?

20/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çand û Huner Neynika Cîvakê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Di warê teknolojiyê de, pêşketinên cîhana îroyîn qada ku gihiştiyê, dikare deriyên gelek mezin li ber hunerê veke û tû astengiyên dagirkeran neke kelem ji xwe re. Ev rastiya ragihandinê ger ku rast û ji bo pêşketina civakê were pêkanîn, berhemên hunerê di nava demek pir kurt de, dikare bighêje tevahî cîhanê û badora erênî an jî neyînî biafrîne.
Erê ev rast e, lê gelo ragihandina Kurdan, taybetî çapemeniya me û televziyonên êdî hejmara xwe gihiştiye sedan vê rolê çiqas pêk tînin? Rastî li vir pirsgirêkek gelek û gelek mezin heye. Tevgera Azadiyê ne wek dewlet be jî, lê qada ku afirandiye ji gelek dewletan bêtir bi bandore û derfetên mezin bi destxistiye. Ka em bi çavekê rast li rola van televziyonên kurdan binerin, heywax… rasti heywax. Ew derfetên ji bo propoganda siyaset û zimanên dagirkeran didin, ji sedî dehê wê ji bo huner û çanda kurdewarî pêkbînin bawerkin wê rewşa ku çand û hunera hatî xitimandin wê gelek çohêkan ji xwe re biafranda û weke ava Dijle û Ferat wê biherikiya.
Hûn ji min bawer nakin ka vekin televziyonên me, ên bakurî, başûrî, Rojava û rojilatî, ger we di van televziyonande ji weşanê heyî sedî deh weşanên resen li ser hunera kurdî dît, ez lêborînek mezin bixwazim û fedîkim ji van gotinên xwe. Gelo çima rewşa heyî wusa ye?
Ji ber ku siyaseta rojane ewqasî giraniya xwe daye ser propogandaya dij nerastiyen dijmin ku, êdî nema li ser çand û hunera ji bo gel bikare bifikire. Erê şoreşek Dijwar tê meşandin, raste divê derew û berovajîyên dagirkerên kurdistanê bên vala derxistin û ji bo wêya rojane siyaset bête meşandin. Lê neyê ji bîrkirin ku ev Şoreş ji bo paşerojên me, yanî ji bo zarokên kurdan tê meşandin, we got erê. Erê, ka wê demê di van televzonan de çima ji bo zarokan bernamên ziman, hunerî, çandî û perwerdehiyên jiyanî tune? Dev berdin ji hunera resen re cih veqetandin û bi bernamên bi bandor jêre derfet afirandin, ji bo zarokên me bikaribin bi zimanê kurdî biaxfin bernamên bi bandor mixabin tune ye.
Lê van televîzyonên me bîst û çar seat bi zimanê dagirkeran nuçe, bernameyên jiyanî diweşînin, gelo hun nafikirin ku van televziyona tenê kurd guhdar dikin û hûn bi destên xwe civakê asîmîle dikin???
Rojnamên me, ên herî bi bandor û bi nav û deng, tu dibê belkî ji bo zimanên dagirkeran pêş bixin di nava hawîrkanê dane. Xêr e, hey hewar û medet erê hunermend û hunera heyî xitimiye, lê ragihadin di warê KURDÎ de çi dike?
Mabesta min tenê rexne kirin nîne, lê ji bêzarî û ji bê çaretiyê divê min van gotina bigota, diêşim gelek diêşime. Ev cangorîtî, ev ecir, zordarî, koçberî û bi hezaran dert û kul ji bo em bikarin KURDÎ û li KURDISTANÊ bijîn bû ne? Ji kerama xwe em hemû carek din kûr bifikirin ka şaşitî di ku de despêkir. Silav û rezdarî ji bo cangoriyan.

Rotînda YETKÎNER

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.