Rojnameya Ronahî

Rojên şên ên Helebce

“Divê bajarek tenê bi qetlîman neyê bibîranîn. Naxwe civaka li wir nikare li rabuhiriyê jî vegere û siberojekê ji xwe re ava bike. Lewma divê mirov karibe hin hêlên baş jî bibîne û li wan rojên xweş ên li Helebceyê vegere.”

Helebce bajarekî çawa bû, beriya ku komkujî li wir biqewime xelkê li wir çi dikirin û bi çi re mijûl dibûn? Bajarê ku îro bi komkujiyê tê bibîranîn, xwedî rabuhiriyeke çawa bû?

Saziya “Gulan”  sala 2009’an li Ingilîstanê hatiye damezirandin. Wê derbarê rabuhiriya Helebceyê de xebateke weke arşîvê di sala 2020 û 2021’an de bire serî. Saziya Gulanê bi projeya “Halabja: In the Golden Days” (Helebce: Di rojên zêrîn de) tevlî “Journey’s Festival International” dibe. Ev festîval nexasim ji bo penaber û xelkên koçber tê organîzekirin û cih dide xebatên afirîner ên hunermendan. Saziya Gulan jî bi projeya xwe pêşangehekê organîze dike û di pêşangehê de cih dide hunermend, nivîskar û muzîkjenên Kurd ên Helebceyî.

 

Helebce, bajarê helbestkaran

 

Di çarçoveya pêşangehê de performansên hunerî, helbest û fotografên beriya sala 1988’an ango beriya komkujiyê tên nîşandan. Proje hewl dide bikeve pey rabuhiriya Helebceyê û rojên beriya komkujiyê nîşanî xelkê bide. Ji lewma jî pêşangeh derheqê Helebceyê de di heman demê de xebateke hafize û arşîvê bû. Derbarê dîroka Helebceyê û her wiha rêûresmên wê de xebateke taybet derketiye holê. Lêkolînên li ser rabuhiriya Helebceyê nîşan didin ka bajarê Helebceyê çiqas rengîn û xwedî çandeke dewlemend bûye. Ji lewma beriya komkujiyê, Helebce weke “bajarê helbestkaran” dihat bibîranîn. Projeya bi navê “Halabja: In the Golden Days” di heman demê de weke kovarekê jî hatiye hazirkirin. Li gel xebatên wêne, bibîranîn û fotografên arşîvê, behsa helbestkarên Helebceyî jî dike. Abdulla Goran, Ehmed Begî Caf û Tahir Begî Caff çend ji wan helbestkarên Kurd in ku di kovarê de cih digirin.

 

Ji bilî kîmyabaranê jî dîrokeke Helebceyê heye

 

Saziya Gulan bi vê projeya xwe dixwaze kesên Helebceyê bi dîroka bajar re ji nû ve têkiliyekê ava bikin û bi saya vê têkiliyê rojên zêrîn ên Helebceyê bi bîr bînin. Ji lewre, ew didin zanîn ku bûyerên weke Enfalê nasnameya kolektîf a Helebceyê jî ji holê rakiriye. Saziya Gulan jî bi vê projeya xwe dixwaze xelkên Helebceyî, nexasim jî yên ku ji Kurdistanê koç kirine û niha li dîasporayê dijîn dîrok, nasname û çanda xwe bi bîr bînin, ango herin wan rojên xweş û zêrîn; “Li Rojhilata Navîn ji xeynî serpêhatiyên şer kes behsa tiştekî nake. Bêguman li Helebceyê jî komkujiyeke mezin çêbû. Lê divê bajarek tenê bi qetlîman neyê bibîranîn. Naxwe civaka li wir nikare li rabuhiriyê jî vegere û siberojekê ji xwe re ava bike. Ji lewma jî divê mirov karibe hin hêlên baş jî bibîne û li wan rojên xweş ên li Helebceyê vegere. Ev yek dê bike ku mirov baştir bibe û bîra dîroka welatê xwe bibe.”

 

Wêneyên rojên şên ên Helebceyê

 

Saziya Gulan ji bo arşîva di kovarê de kom bike, pirr lêkolîn kirine. Lewma tevî komkujiyê winda dibin û xelk bê hafize dimîne. Lê kovarê dîsa jî xwe gihandiye gelek wêneyên beriya komkujiyê. Ji wêneyên koma şanoyê ya yekem a Helebceyê, heta bi tîma futbolê ya Helebceyê û koma muzîkê dane hev û bi gelek kesan re peyivîne. Wêneyên beriya komkujiyê nîşaneya rojên xweş ên Helebceyê ne. Jixwe, yek ji damezirînerê saziya Gulan jî Marîwan Celal e. Ew bi xwe ji Helebceyê ye. Wî jî di vê projeyê de hem karê wergerê kiriye û hem jî bi karên xwe yên hunerî cih girtiye. Wî bi kolaj û metaryalên arşîvê çanda li Helebce nîşan daye. Her wiha berhem û koleksiyonên hunermendên din jî wan rojên zêrîn ên geş û ronî yên Helebceyê tînin bîra xelkê.

Çavkanî: Ozgur Politika