Ji bo pêşxistina jêhatiyên ciwanan yên wênekêşiyê, Komeleya Wênekêşiya Fotografîk ya Sûriyê li bajarê Qamişlo dest bi perwerdeyek nû ya wênekêşiyê kir
Norşîn Sîno \Qamişlo
Ji bo pêşkxistin û perwerdekirina ciwanên wênekêş Komeleya Wênekêşiya Fotografîk Ya Sûrî li bajarê Qamişlo dest bi perwerdeyek wênekêşiyê kir. Di perwerdeyê de 290 endam tevlî bûn. Ji ber ku hejmara endamên ku beşdarbûne zêde bû, wê perwerde li ser du koman bê dayîn.
Derbarê perwerdeyê de hevserokê Komeleya Wênekêşiya Fotografîk ya Sûriyê Ehmed Mardinlî ji me re axivî û wiha got : “Me li bajarê Qamişlo dest bi perwerdeya 290 endamên nû ji bo wênekêşiyê kir. Dewreya perwerdeyê li asta kantona Qamişlo ye. Armanca perwerdê jî, fêrkirin û pêşxistina wênekêşiyê ye, bi taybrt wênekêşiya fotografîk. Perwerde jî wê li ser 2 beşan pêk bê, beşê xwendin û beşê piratîk. Di beşê xwendinê de wê ` dîroka fotograf , bendên çêkirina wêneyan , idadat kamîrê ` bêne dayîn, piştre perwerde wê derbasî beşê piratîkî bibe . Herwiha Saatên giştî yên perwerdê 60 saetin û piştî bi dawî kirina perwerdê bawername yên ji aliyê komeleyê ve wê bêne belavkirin. ”
Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got ;” Ez bi hêvî me wênekêş encamên baş ji vê perwerdeya ku komeleya wênekêşiya Fotografîk bê pere pêşkêş dike bigrin”.
Herwih endama bi navê Leyla Osko ya ji bajarê Qamişlo ku tevlî perwerdeyê bûye diyar kir ku ew ji ber heskiriya wê ji wênekêşiyê re û bi hedefa hê zêdetir ji aliyê wênakêşiya Fotografîk pêş bikeve Ew tevlî perwerdê bûye û wiha got ; “Ji ber ku ez ji wênekêşiyê hez dikim, herwiha Ez di milê wênekêşiya fotografîk qels bûm û jib o ez xwe pêş bixim , ez tevlî perwerdeyê bûm.”
Leyla da dazanîn ku hêviya wê pir mezine ku ew fêr bibe ji ber ku ji despêkê ve perwerde bi awayekî pir baş tê dayîn, herwiha spasiya Komeleya Wênekêşiya Fotografîk li ser vê perwerdeya ku bê pere ji wa re tê dayîn kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir ; ” Heviya min pir mezine ku Ez ê baş fêr bibim , ji ber ku mamoste bi awayekî pir hêsan wênekêşiya fotografîk ji me re şîrove dike , herwiha Ez spasiya Komeleya Wênekêşiya Fotografîk Ya Sûrî dikim ku perwerdeyeke wiha, bê pere ji me re pêşkêş kiriye.