Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji erdhejê xilas bû dewleta Tirk ew kuşt

18/02/2023
in NÛÇE
A A
Ji erdhejê xilas bû dewleta Tirk ew kuşt
Share on FacebookShare on Twitter

Tevî karîseta erdhejê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne, welatiyê ku ji ber erdhejê berê xwe ji Helêbê dabû herêma Şehbayê di êrşa dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan

 

Tevî karîseta erdheja 6’ê Sibatê ku heta niha li Bakurê Kurdistanê bi 10 hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, bi 100 hezaran kes jî hîn di bin xirbeyan de ne û bi 100 hezaran kes jî bê cih û war mane, dewleta Tirk a dagirker li Şûna ku mexdûrên erdhejê ji bi xirbeyan rizgar bike û alîkariya wan bike, êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê û qadên Parastina Medya dike.

Dewleta Tirk a dagirker di nava bobelata erdhejê de, 17’ê Sibatê êrîşî navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê kir. Di encama vê topbaranê de Yûsêf Ebid ê 70 salî jiyana xwe ji dest da, kalemêr Şêx Taha Ebdulfetah jî birîndar bû. Yûsêf Ebid ji Helebê bû, ku piştî erdhejê derbasî herêma Şehbayê bibû.

Hêjayî gotinê ye ku Derbarê toparana dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêma Şehbayê, Meclisa Navçeya Til Rifetê jî daxuyaniyek da û têde  êrişa  dewleat Tirk a dagirker a 17’ê Sibatê şermezar kir.

Herwiha meclisê da xuyakirin ku hêzên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî destêkê didin dewleta Tirk a dagirker û li hemberî   kiryarên faşîst yên dagirkeriyê bê dengin.

Meclisa Navçeya Til Rifetê bang li saziyên navneteweyî, bi taybet ên mirovî û hiqûqî kir ku li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker rabin û  gavên layiqî erka xwe biavêjin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku DYE û Neteweyên Yebûyî ji ber erdheja 6’ê Sibatê banga rawestandina êrîşan li  ser xaka Sûriyê kiribûn, lê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser navçeya Til Rifetê  xwe bêdeng dikin û bê helwestin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.